Rojnameyên erebî: Erdogan bi lihevhatina bi Şamê re dixwaze destkeftiyekê bi dest bixe

Rojnameyên erebî yên vê sibê derketine, têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker, rewşa Yemenê û aloziya Lîbyayê nivisîn.

Rojnameyên erebî: Erdogan bi lihevhatina bi Şamê re dixwaze destkeftiyekê bi dest bixe
19 ÇILE, 2023   07:44
NAVENDA NÛÇEYAN

ʹERDOGANÊ XENIQÎ BI PÛŞÊ LAWAZ Ê EL ESED DIGIREʹ

Rojnameya El Ereb girêdayê rojeva Sûriyeyê wiha nivisî: “Li gel ew qas aloziyên aborî, jiyanî û siyasî yên li Tirkiyeyê, serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan gelekî hewl dide da ku di hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê yên bê de bi ser bikeve. Lê li gorî anketan, encam dê ne bi dilê Erdogan be.

Li gel binkeftinên li ser asta hundirîn, serokkomarê Tirk hewl da li ser asta derve destkeftiyan bi dest bixe, nexasim bandorên neyînî yên mudaxeleya wî di aloziya Sûriyê de wek doza penaberên sûriyeyî, normalîzekirina têkiliyan bi Sûriyeyê re, dosyaya kurdî-sûriyeyî ku êdî Tirk aciz û tengav kirine. Ev hemû bi çavdêriya Moskovê pêk tên ku ji nêzîkbûna Erdogan û El Esed sûdê digire da ku ajandeyên xwe li Sûriyeyê pêk bîne, pê Amerîka û şirîka wê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) şantaj bike û çerxa di navbera Enqere û Washingtonê de kûrtir bike.”

Di dewama nivîsê de tê gotin: "Yên ku bala xwe bidin hewldanên Erdogan ên ku bi rejîma El Esed re li hev were, nayê aqilê wan ku heta demeke nêz Erdogan, El Esed wek kujer û terorîst bi nav dikir. Heta El Esed jî, Erdogan wek diz û derewîn bi nav dikir. Lê ev exlaqên siyasî yên pragmatîst an jî makyavelîst in ku li qada navneteweyî zêde bûye. Xisleteke sereke ya vê siyasetê, bi gelemperî berovajî tiştê veşartî xuya dike, nexasim di navbera dewletan de ku dixwazin berjewendiyên berê vejînin û zemîneke hevbeş a nû ava bikin da ku berjewendiyên nû pêk bînin.”

ʹFRANSA PESNÊ HEWLDANÊN SIÛDÎ-UMANÊ YÊN JI BO ÇARESERIYA DOZA YEMENÊ DIDEʹ

Li ser rewşa Yemenê jî rojnameya Şerq El Ewsat wiha nivisî: “Balyozê Fransayê yê Yemenê Jean Marie destnîşan kir ku bi saya hewldanên Erebistana Siûdî û Umanê û nûnerê NY’yê, di dosyaya Yemenê de gelek pêşketinên erênî çêbûne.

Jean Marie ji rojnameya Şerq El Ewsat re got ew hêvî dike rûpeleke nû li Yemenê vebe. Êdî gelê Yemenê dixwaze di nava aştiyê de be, gelek guhertinên erênî bi saya hewldanên aştiyê yên siûdiyan û umaniyan û şandeyê taybet ên NY`ê çêbûne.

Jean Marie destnîşan kir ku divê ev hewldan bi agirbestê, destpêkirina dan û standinên siyasî di navbera Hûsiyan û hikumeta Yemenê de tacîdar bin.”

ʹDI ALOZIYA LÎBYAYÊ DE GEREKE NÛʹ

Der barê aloziya Lîbyayê de rojnameya Ukaz wiha nivisî: “Tevî ku di aloziya Lîbyayê de ji binkeftina pergala Muemer El Qedafî sala 2011`an tu pêşketin çênebûye, lê di çend rojên dawîn de nîşaneyeke nû hebû. Qahîre civîna di navbera serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El Menfî û fermandarê Artêşa Lîbyayê Xelîfe Hefter û serokê Parlamentoya Lîbyayê Eqîla Salih de pêşwazî kir. Di encamê de her sê alî, li ser diyalogê û rawestandina mudaxeleyan li hev kir da ku aloziyê çareser bikin.

Daxuyaniyên serokê parlamentoyê destnîşan dikin ku derfet heye di demeke nêz de hilbijartinên serokatiyê û parlamentoyê bêne lidarxistin. Lê gereke nû heye ku dê îsal li Lîbyayê rû bide.

Hemwextî wê, hewldanên navneteweyî hene ku nexşerêyeke nû di bin çavdêriya şandeya NY’yê de bê sazkirin.

Tevî ku li Lîbyayê parçebûn û nakokî di navbera hikumetên Fethî Başaxa û Ebdulhemîd El Debîbe de hene, lê çavê lîbyayiyan li cidîbûna civata navneteweyî ye ku di demeke nêz de vê aloziyê bi dawî bikin.”

(şx)