Ji ber erdheja li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 120 kes birîndar bûn

Di encama erdheja li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê de herî kêm 120 kes birîndar bûn.

Ji ber erdheja li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 120 kes birîndar bûn
18 ÇILE, 2023   15:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Li bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ku li ser sînorê Wanê ye, bi pileya 5.9’an erdhej çêbû. Di encama erdhejê de herî kêm 120 kes birîndar bûn. Hat ragihandin ku li 15 gundan ziyanên madî çêbûn.

Erdhej saet derdora 13.38’an de çêbû. Ji ber erdhejê bajarên Wan, Îdir û Colemêrgê jî hejiyan.