​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-1-2023

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-1-2023
18 ÇILE, 2023   23:00

Şêniyên Hesekê hemwextî salvegera yekemîn a êrişa li dijî Girtîgeha Sînaa, salvegera 5`an a dagirkirina Efrînê çalakiyeke protestoyî li dar dixin saet di 11:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê li hola Serdemê ya Çand û Hunerê ya Hesekê civîna xwe ya salane li dar dixe saet di 09:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Meclisa Civakî ya Ermenî şehîdxistina rojnamevanê ermenî Hirant Dînk li Parka Xwendinê ya Hesekê bi bîr tîne saet di 13:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Girkê Legê bi meşekê şehîdên Pêngava Gurzê Gelan bi bîr tînin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî salvegera 5`an a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve şêniyên Reqayê xwepêşandan li dar dixin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hemwextî salvegera 5`an a destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî kantona Efrînê xwepêşandan li dar dixe saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Hemwextî salvegera 5`an a destpêkirina êrişan li dijî kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, şêniyên Minbicê xwepêşandanekê li dar dixin saet di 12:00`an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Amadekariyên lidarxistina kongreya Hêz û Kesayetên Demokratîk berdewam in. Aramnc ji kongreyê vekirina asoyên nû di xebat û rola muxalfeta demokratîk de û yekkirina nêrînên siyasî ji bo pêşxistina proseya siyasî ye.

Malbatên şehîdan ên Kobanê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li rêxistinên mirovahî kir ku erka xwe li hember rêber bi cih bînin û rewşa wî ya tenduristî eşkere bikin. Her wiha destnîşan kir ku divê ew tê bikoşin heta ku tecrîda li ser rêber bişkînin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

 Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê Aram Domanî pesna projeya MSD′ê ya ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê da û got ku însiyatîfên herêmî yên ji bo çareserkirina krîza Sûriyeyê bêyî pêkanîna bendên biryara 2254′an, nayên qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Koçberên ji parêzgeha Hemayê ku li kampa Tiwêhnê ya bakurê Tebqayê dimînin, nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir û bi wêranker wesifand. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

 Rojeveke herî girîng a Rojhilata Navîn, belkî jî ya herî girîng, mijara çawaniya nirxandina aloziya Sûriyeyê ye. Civîna wezîrên şer ên Şam-Enqere û rêxistinên îstixbaratê ya li Moskovê, xwesteka Îmaratê ji bo tevlêbûna nav Moskov-Şam-Enqereyê û memnûniyeta Tehranê ji civînan re, girîngiya krîza Sûriyeyê careke din di rojevê de hişt.

DOSYA

 Kantona Efrînê di 5 salên dagirkirinê de veguherî jêrzemînên îşkenceyê û tecawizê. Di wan navendan de îşkenceya bedenî û derûnî ya herî hovane tê kirin.

JIN

Endama rêveber a PYD`ê şaxê Lubnanê Şervîn Cûdî got jin li Lubnanê hêzê ji rêxistinbûyîna jinan li Rojava digirin û xwe birêxistin dikin û dixwazin wê di pratîkê de pêk bînin. Her wiha Şervîn destnîşan kir ku Kongra Star bûye hêzek ku jinan li seranserî cîhanê temsîl dike. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ÇAND Û HUNER

Bi hunera destên xwe li aliyekê malan dixemilînin û reng didin pîrozbahiyan, li aliyekê jî kevneşopiyê didomînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA