​​​​​​​Civîna salane ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a Reqayê civîna xwe ya salane li dar xist. Civîna bi gelek encamnameyan bi dawî bû.

​​​​​​​Civîna salane ya Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser bi dawî bû
18 ÇILE, 2023   15:28
REQA

Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya salane li hola civînan a avahiya Rêveberiya Xweser a li Reqayê li dar xist. Di civînê de endamên Meclisa Giştî, meclisên qanûnsaz ên rêveberiyê û Hevserokatiya Meclisa Rêveber, cîgirên meclisê, Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed û endamên Meclisa Edaleta Civakî beşdar bûn.

Seroka Desteya Rêveber a MSD′ê Îlham Ehmed rewşa siyasî nirxand û tê de behsa pêşdeçûnên li qada herêmê û hewlên pêkanîna têkiliyên normîlîzakirinê yên di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de kir.

Îlham wiha got: "Rûsya li ser vê nêzîkbûnê îsrar dike û girîngtirînên dosyayên di civînan de hatine nîqaşkirin hewlên hilweşîna QSD′ê û Rêveberiya Xweser in. Lê li pêş van lihevkirinan astengî hene. Astengî ew in ku ceza li dijî rejîmê hene, her wiha dosyaya koçberan heye. Ew yek jî ji dosyayên bigirêk e."

Li ser helwesta hikumeta Şamê ji van civîn û nêzîkbûnan Îlham wiha domand: "Xwesteka wan dewleta Tirk a dagirker ji Sûriyeyê derkeve. Ew xwestek jî girîng e û em jî bi vê yekê re ku krîza Sûriyeyê were çareserkirin."

Îlham ev tişt got: "Helwesta MSD′ê ji vê yekê eşkere ye û em li dijî çi têkiliyeke normîlîzakirinê ne. Ji ber ku ev nêzîkbûn nakevin xizmetî civaka Sûriyê."

Piştî nîqaşa li ser rewşa siyasî, rapora salane ya meclisên qanûnsaz ên rêveberiya sivîl ên demokratîk hatin xwendin. Her wiha tê de rewşa rêxistinî û xebatên ku meclisê pêk anîne, biryar û qanûnên di 2022′yan de dabûn hatin xwendin. Li kêlek wê jî pêşniyar û plansaziyên sala bê hatin nîqaşkirin.

piştî raporên salane hatin nîqaşkirin. Beşdaran gelek pêşniyar û plansaziyên sala bê pêşkêş kirin û wiha ne:

Meclisa Giştî xebata li ser danîna plana avakirina navendeke meclisê mîna parlamentoya Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Em li ser gelek qanûnên guncaw ên ji bo 2023′yan dixebitin, ji bo xebata birêvebirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê were hêsankirin.

Xebata li ser derxistina Peymana Civakî bi forma wê ya dawî were kirin.

Xebat li ser temamkirina avakirina saziyên Rêveberiya Xweser were kirin.

Xebat li ser derxistina qanûna hilbijartinên Rêveberiya Xweser were kirin.

Xebat li ser avakirina komîteyeke şopandina karên Meclisa Edaleta Civakî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were kirin.

Divê were piştrastkirin ku qanûn bigihînin hemû dadgehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û werin pêkanîn.

(fr)

ANHA