Yekitiya Mamosteyan û Kombûna Zenûbiya qetilkirina Nora El Ehmed şermezar kir ‎

Yekitiya Mamosteyan a Heleb û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê ‎sûcê qetilkirina mamoste Nora El Ehmed û zaroka wê şermezar kir û diyar kir ku ev sûceke ‎din li rêzesûcên li dijî jinan pêk tên, zêde bû.‎

Yekitiya Mamosteyan û Kombûna Zenûbiya qetilkirina Nora El Ehmed şermezar kir ‎
18 ÇILE, 2023   14:42
MINBIC ‎

Li taxa El Meşleb a li aliyê rojhilatê bajarê Reqayê di duşema borî de, jinek ducanî bi navê ‎Nora El Ehmed (25) û zaroka wê hatin qetilkirin. ‎

Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî sûcê qetilkirina jina ducanî û zaroka wê ya 8 salî li taxa Meşleb a Reqayê daxuyaniyek da.

Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Roweyda Henîzil bi beşdariya endamên kombûnê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Meclisa Jinan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de pankartên"Na ji qetilkirina jinan re" hatin hildan.

Di daxuyaniyê de hate gotin qetilkirina mamoste Nûra sûceke din li rêzesûcên li dijî jinan zêde dibe. Ger rêbaz, cih û sedem çiqas hebin, kujer yek e.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û zarokatî azarên tundî û krîmînîzalkirinê dikişînin.

Ev sûc ji sûcê qetilkirina jina jina li Îranê ku pabendî hîmên zihniyeta desthilat û olê nebûye, ne cuda ye. Ji ber olê ji bo çewisandina azadiya takakesî bi kar tîne û bi vê yek hemû urf û qanûnan bin pê dikin.

Kombûnê di dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên hiqûqî û rêxistinan kir ku li dijî zulma li ser jinan bisekinin.

HELEB

/ar/uploads/files/2023/01/18/132640_fatmh-bs-28229.webp

Yekitiya Mamosteyan a Heleb li dibistana Qehreman a li rojhilatê taxa ‎Şêxmeqsûdê têkildarî qetilkirina mamoste Nora El Ehmed û zaroka wê daxuyaniyek da.‎

Endama rêveber a Yekitiya Mamosteyan Fatme Bes daxuyanî xwend.‎

Di daxuyaniyê de ev sûcê li dijî mamoste Nora û zaroka wê li Reqa ji aliyê komeke rêxistinkirî ve ku armanca wê tevliheviyê li herêmê pêk bîne û vîna jina azad bişikîne, hate şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar, civaka navnetewyî, rêxistina parastina mafên ‎jinan, Yekitiya Mamosteyan a Reqayê hat kirin ku balê bikşînin ser sûcên ku mafên ‎mirovan bin pê dike û tedbîrên pêwîst bigirin da ku mamosteyan biparêzin ‎

Daxuyanî bi berzkirina siloganên " Şehîd namirin" û " Jin, Jiyan, Azadî" bi dawî bû.‎

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/shfnyQD6Jao" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>