Beşekî din ê penaberên iraqî ji Kampa Holê derket

145 malbatên penaber ên ji Iraqê ên li Kampa Holê diman, ber bi axa Iraqê ve bi rê ketin.

Beşekî din ê penaberên iraqî ji Kampa Holê derket
18 ÇILE, 2023   12:07
 HESEKÊ

Bi hevkariya rêveberiya Kampa Holê, Komîteya Ewlehiyê û Komîteya Koç û Koçberiyê ya Parlamantoyê Iraqê, îro 145 malbatên penaber ên iraqî ji Kampa Holê ya li rojhilatê kantona Hesekê derketin.

Malbatên penaber saet di 07:00`ê sibehê de ji kampê derketin, hêzên ewlekariyê jî ji bo parastinê bi wan re bi rê ketin.

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê yên ji kampê, 145 malbatên ber bi axa Iraqê ve bi rê ketine, ji 853 welatiyên iraqî pêk tên.

(cx)

ANHA