Bertek nîşanî qetilkirina Mursel Nebîzade hat dayîn

Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê sûca qetilkirina parlamentera berê ya efgan Mursel Nebîzade şermezar kir û got, “Wê xiyanetkar nikaribin têkoşîna jinan têk bibin. Wê ev têkoşîn geştir bibe.”

Bertek nîşanî qetilkirina Mursel Nebîzade hat dayîn
18 ÇILE, 2023   12:51
QAMIŞLO

Nivîsgeha Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî qetilkirina parlamentera berê ya Efganistanê Mursel Nebîzade, daxuyaniyek da.

Endama Rêveberiya Nivîsgeha Jinan a TEV-DEM′ê Zeyneb Hesen bi beşdariya endamên nivîsgehê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku heta piştî serweriya Talîbanê li Efganistanê jî, Mursel Nebîzade israr kir ku li welatê xwe bimîne.

Di daxuyaniyê de bal li ser israra Mursel Nebîzade ya parastina mafên jinan di Parlamentoya Efganistanê de beriya serweriya Talîbanê, hate kişandin û hat gotin: “Rola wê di warê siyasî, parastina mafên mirovan û jinûve vegerandina rola jinan di civakê de girîng bû. Mursel hewl da serweriya desthilata baviksalarî ku civak ji xwezaya wê ya exlaqî dûr xistiye û veguherandiye komên tundraw û rola jinan înkar kiriye, bi dawî bike."

Hat destnîşankirin ku Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo pêşketina fikrê rizgariya ji zayendperestiyê modeleke zindî ye û wiha dom kir: “Şoreşa Jinan belavî Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bû. Em dûr nabînin ku vê ruhê jina şoreşger li fikr û wijdanê parlamentera efgan Mursel Nebîzade bandor kiribe, ku dikarîbû şoreşek nû li Efganistanê pêk bîne."

Bal hat kişandin ku rêbazê qetilkirina Mursel ji rêbaza qetilkirina Jîna Emînî, Sakîne Cansiz, Fîdan, Leyla, Zeyneb Saroxan û Evîn Goyî ne dûr e û hat gotin: “Ji ber ku zihniyeta baviksalarî yek e. Careke din em vê sûca li dijî jina têkoşer û hiqûqnas Mursel Nebîzade hatî kirin şermezar dikin, ev sûc dê nikaribe pêşketin û têkoşîna jinan têk bibe, berovajî dê ev têkoşîn geştir bibe."

(fr/cx)

ANHA