Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên navçeya Şedadê cenazeyê şervanê QSD′ê Deham Eswed Ebdulxelef ku di 14`ê Çileyê de şehîd bibû, li goristana şehîdan a Şedadê oxir kir.

Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
Şehîd Deham Ebdulxelef bi merasîmekê hat oxirkirin
18 ÇILE, 2023   11:57
HESEKÊ

Şevanê QSD`ê Deham Eswed Ebdulxelef 14′ê Çileyê di êrişa şaneyek çeteyên DAIŞ′ê de li Dêrazorê şehîd bibû. Şêniyên Şedadê û gundewarên wê, endamên saziyên sivîl ên Rêveberiya Xweser û şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) beşdarî merasîma oxirkirinê bûn.

Girseya gel piştî cenzayê şehîd wergirt, ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve bi rê ket.

Li goristanê şêniyên cenazeyê şehîd hilgirt û dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re berz kirin.

Di merasîmê de, piştî deqeya rêzgirtinê toranek leşkerî hat pêşkêşkirin. Endamê Federasyona Birîndarên Şer a Şedadê Basil El Îbrahîm axivî û sersaxî ji malbata şehîd rexwest.

El Îbrahîm wiha got: "Fedekariyên şehîdan rêya azadiyê li pêş nifşên nû vekir ji bo ku bi ewlehî û aştî bijîn."

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Ewde El Hisên jî axivî û soza şopandina rêya şehîdan û pêkanîna armancên wan da.

El Hisên anî ziman ku hêzên leşkerî parastina herêmê li hember her cure êrişan didomînin.

Piştî axaftinan, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ayat El Îbrahîm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir û cenazeyê şehîd hat veşartin.

(fr/cx)

ANHA