Li Ukraynayê helîkopter ket: Wezîrê karên hundir û cîgirî wî mirin

Polîsên Ukraynayê ragihand ku vê sibehê li nêzî Kîevê helîkopterek ketiye û di qezayê de wezîrê karên hundir Dennis Monastyrsky û cîgirê wî Eugene Enin jiyana xwe ji dest daye.

Li Ukraynayê helîkopter ket: Wezîrê karên hundir û cîgirî wî mirin
18 ÇILE, 2023   09:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Ukraynayê têkildarî bûyerê li ser Telegramê ev daxuyanî da: “Vê sibehê, helîkoptereke (firoke) Wezareta Rewşên Awarte ya Ukraynayê li Brovary ket xwarê. Di bûyerê de wezîrê karên hundir Dennis Monastyrsky û cîgirê wî yê yekemîn Eugene Enin jiyana xwe ji dest da.”

Her wiha hate ragihandin ku di encama qezayê de 16 kesên din jî ku 2 jê zarok in, jiyana xwe ji dest daye.

(cx)