​​​​​​​Êriş û topbaran di navbera çeteyan û hikumeta Şamê de dewam dikin

Îro çeteyên Ensar El Tewhîd êrişî hêzên hikumeta Şamê kir û di encamê de gelek kuştî û birîndar çêbûn.

​​​​​​​Êriş û topbaran di navbera çeteyan û hikumeta Şamê de dewam dikin
18 ÇILE, 2023   09:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê sibê çeteyên Ensar El Tewhîd êrişî hêzên hikumeta Şamê yên li eniya Meret Moxes a li başûrê Idlibê kir. Di encamê de şerên dijwar rû dan.

Piştî êrişê, hêzên hikumeta Şamê bi dijwarî bajarok û gundên çiyayê Zawiye yê li başûrê Idlibê topbaran kirin. Her wiha çeteyên Ensar El Tewhîd bi moşekan navendên hêzên hikumeta Şamê topbaran kirin.

Her wiha çeteyên Heyet Tehrîr El Şam êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê didomînin. Ji destpêka vê mehê ve, hedefgirtina navendên hêzên hikumeta Şamê yên li eniyên bakurê Laziqiye, rojavayê Helebê, gundewarên Idlibê zêde kirin. Êriş hemwextî nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk û hikumeta Şamê de zêde bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) da zanîn ku di 8 êrişan de 17 endamên hêzên hikumeta Şamê hatine kuştin ku efserek jî di nav de heye. Her wiha 6 leşker jî birîndar bûne. Her wiha 5 çeteyên Heyet Tehrîr El Şam û Cîhadî Fransî hatine kuştin û 4 çete jî birîndar bûne.

(şx)