​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Cindirêsê welatiyek revand

Li kantona Efrînê ya dagirkirî îstixbarata dewleta Tirk a dagirker welatiyek li gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê revand.

​​​​​​​Îstixbarata dewleta Tirk li Cindirêsê welatiyek revand
18 ÇILE, 2023   09:22
ŞEHBA

Li gorî çavkaniyekî ji kantona dagirkirî, îstixbarata dewleta Tirk a dagirker welatiyê bi navê Mihemed Ednan Silêman (30) ê ji gundê Baflûrê yê navçeya Cindirêsê ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker beriya çend rojan welatiyê bi navê Mihemed Ehmed Henan Hemîd (55) ê ji gundê Baflûrê jî revandibû.

Sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî şêniyên resen ên kantona dagirkirî Efrînê didomin, da ku wan tengav bikin û koçber bikin.

(şx)