UNESCO: Di 2022’yan de 86 rojnameger hatine kuştin

Li gorî rapora UNESCO`yê, di nava 2022’yan de li seranserî cîhanê 86 rojnameger hatine kuştin.

UNESCO: Di 2022’yan de 86 rojnameger hatine kuştin
17 ÇILE, 2023   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2022’yan de li cîhanê 86 rojnamevan hatine kuştin. Nîvê wan li welatên Amerîka Latîn û herêma Karîbî hatine kuştin.

UNESCO diyar dike ku sala 2022’yan ji bo rojnamegeran salek metirsîdar bû û li gorî sala 2021’yan ku tê de 55 rojnamevan hatibûn kuştin, hejmara kuştina rojnamevanan zêdetir bûye.

(cx)