ʹTêkoşîna me wê heta hesabpirsîna ji dewleta Tirk bidome'

Malbatên şehîdan ên herêma Cizîrê bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: "Têkoşîna me wê heta hesabpirsîna ji dewleta Tirk bidome.ʹʹ

ʹTêkoşîna me wê heta hesabpirsîna ji dewleta Tirk bidome'
17 ÇILE, 2023   12:10
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê bi daxuyaniyekê êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin. Daxuyaniya li pêşiya avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişloyê hate dayîn, ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdurehîm Derwîş ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin, piştî ku artêşa Tirk a dagirker li çiyayên Kurdistanê li hemberî berxwedana hêzên gerîla bêçar mane,  serokê rejîma faşîst Erdogan li dijî hêzên gerîla çekên kîmyewî bi kar anîn, di encamê de bi dehan gerîla şehîd bûn.

Meclisa Malbatên Şehîdan bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî şermezar kir û got, bikaranîna çekên kîmyewî li dijî tevahî qanûn û pîvanên navneteweyî ye.

Meclisa Malbatên Şehîdan di daxuyaniyê de banga avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî kir ji bo sûcdarên AKP′ê yên sûcên dermirovî dikin, werin darizandin

Di daxuyaniyê banga xurtkirina têkoşînê hate kirin û hate gotin,  heta ku hesab ji sûcdaran bêpirsîn divê têkoşîn bê xurtkirin.

Di dawiyê de diruşmên "şehîd namirin", "Bimire Erdogan û rejîma wî ya çewsîner" û"Ji vîn û berxwedana gerîlayan re serkeftin" hatin berzkirin.

(fr/bb)

ANHA