Îran zextên li ser jinan zêdetir dike

Dewleta Îranê zexta li ser jinan didomîn. Ji bo çavdêriya jinên ku “şertên lixwekirina cil û bergan” binpê dikin û pêkanîna qanûnekê ji bo ku jin li cihên giştî “serê xwe binixumînin” taktîkên nû yên çavdêriyê bi pêş dixe.

Îran zextên li ser jinan zêdetir dike
17 ÇILE, 2023   11:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê 4 meh e dewam dike. Li gorî raporeke rojnameya amerîkî ‘The Wall Street Journal’ dewleta Îranê ji bo pêkanîna qanûnekê ku jin li cihên giştî “serê xwe binixumînin” taktîkên xwe guherandine.

‘Ajansa Xwendekarên Îranê’ ya nîvfermî li ser navê cîgirê dozgerê giştî yê Îranê ragihand: “Nivîsegeha Dozgeriya Giştî ya Îranê perspektîf dane polîsan ku li şûna destgîrkirina jinên ku li gorî pîvanên lixwekirina cil û bergan tev nagerin, cezayan li wan bibirin.”

Desthilata Îranê da zanîn ku ji bo ferzkirina pîvanên lixwekirina cil û bergan dê teknîkên nû yên çavdêriyê bixe meriyetê, dê cezayên aborî yên nû dirêj bikin û kesên ku binpêkirina pîvanên lixwekirinê paşguh dikin jî dê bigire nava xwe. Mînak; dê taksî, xwaringeh û bankên ku dihêlin jinên bêdesmal bikevin wan, cezayên pereyan li wan bên birîn.

(cx)