Ebû Zebî hewl dide roleke herêmî li Sûriyeyê bi dest bixe

Şîrovekarên siyasî li ser serdana wezîrê Karên Derve yê Îmratê ji bo Şamê got, armanca Îmaratê ew e ku rola xwe ya herêmî xurt bike û hevsengiyekê di navbera dewletên ku destwerdana li Sûriyeyê dikin de di serî de Îran û Amerîka pêk bîne.

Ebû Zebî hewl dide roleke herêmî li Sûriyeyê bi dest bixe
15 ÇILE, 2023   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Îmarat hewl dide mîna Erebistana Siûdî, Îran, Misir û dewleta Tirk li Rojhilata Navîn bibe xwedî rol, ji ber vê yekê dixwaze têkiliyên xwe bi Şamê re normalîze bike û nehêle Sûriye bikeve xefka dewleta Tirk û Îranê.

Piştî ku piranî dewletên Erebî di dirêjahiya krîzê de têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re qut kirin, Ebû Zebî kedeke mezin da ji bo Sûriyê li "hembêza Erebî" vegerîne. Vê mehê Ebû Zebî wezîrê Karên Derve yê Îmaratê Ebdullah Bin Zayid şand Şamê da ku bi Beşar Esed re hevdîtinê bike. Ew yek hemwextî hewlên Rûsyayê yên ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê nêzî hev bike, pêk hat.

ARMANCÊN ÎMARATÊ

Mamosteyê zanista siyasî yê Îmaratê Ebdulxaliq Ebdullah li ser armanca nêzîkbûna Îmaratê bi hikumeta Şamê re ji ANHAʹyê axivî û wiha got: "Ew yek ji bo alîkariya gelê Sûriyeyê ye ku îstîqrara xwe vegerîne, li welat vegere û Sûriye vegere hembêza Erebî, hebûna biyanî bi taybet Îran û dewleta Tirk were bidawîkirin."

Şîrovekarê siyasî û şêwirmendê berê yê Wezareta Karên Derve yê Fransayê Menaf El Gêlanî wiha got: "Xema sereke ya Îmaratê qonaxa piştî petrolê ye. Ji ber ku ji zêdetirî 10 salan ve depoya petrolê ya Îmaratê kêm dibe. Dewlemendiya petrolê dewleta Îmaratê ava kir û hişt ku li ser asta herêmê bibe xwedî hebûneke siyasî û girîngiyeke ber bi çav di stratejiya dewletên herî kevn ên herêma Kendavê an ku dewleta Îranê de."

Li ser têkiliya Ebû Zebî bi Enqereyê re El Gêlanî ev tişt anî ziman:  "Ew ji ber dûrbûna xwe ya erdnîgarî girîngiya wê kêm e. Guhertinên wê tenê girêdayî rewşên heyî û guhertinên navneteweyî ne."

NERAZÎBÛNA AMERÎKA

Li gorî rapor û daxuyaniyên Amerîkayê, Washington ji nêzîkbûna Îmaratê bi hikumeta Şamê re ne razî ye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) gelek peyam ji dewletên Kendavê re şandin, da ku têkiliyên xwe bi hikumeta Şamê re baş neke.

Ebdullah li ser helwesta Washingtonê ji vê nêzîkbûnê anî ziman ku  Îmarat li gorî berjewendî, bawerî û berpirsiyariyên xwe yên neteweyî tev digere û pêdiviya wê bi erêkirina Washingtonê tune ye ku biçe Sûriyê yan jî bi aliyekî din tev bigere.

El Gêlanî girêdayî heman mijarê wiha got: "Nêzîkbûna Îmarat û Sûriye mijarek girêdayî berjewndiyên taybet ên dewletên têkildar wekî Îmarat, Îran û Sûriyeyê ye. Ev nêzîkbûn biryareke ku ji hesabên Amerîkayê dûr e. Bi wateyeke din, ev nêzîkbûn hebûna leşkerî ya DYAʹyê ya li Sûriyeyê eleqedar nake, heman demê elaqeya vê nêzîkbûnê bi dijbertiya domdar DYAʹê ya li Komara Îslamî tune ye. Ger ew pêkan be, lihevkirinek bi awayekî demkî bi hewlên Amerîkayê yên ji bo tawîzdayîna kêmasiyê di sûka petrolê de çêbe ku ji ber buykotkirina petrol û gaza Rûsyayê kêm bûye. Dibe ku berdêla wergirtina petrol û gazê ji Îranê û dewletên dijberî Washingtonê be, mîna Venzuela be."

Çavdêran da zanîn ku Îmarat hewl dide ku di krîza Sûriyeyê de mîna 4 dewletên destwerdanê li Sûriyeyê dikin (Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiyê) roleke Erebî bilîze.

Ebdullah li ser vê yekê wiha got: "Îmarat li tu roleke Erebî yan jî herêmî nagere. Ebû Zebî hêzeke herêmî ye, ew jî bi rêya baweriya xwe bi xwe, pêkanîna têkiliyên xwe û bikaranîna kapasîte û derfetên xwe ye. Van hemûyan hişt ku bi hemahengiya dewletên Ereb mîna Erebistana Siûdî û Misirê re weke hêzeke herêmî bifikire û tev bigere. Berjewendiyên Îmaratê ew in ku ji nû ve îstîqrarê li herêmê vegerîne û ji nû ve aramiyê li herêmê vegerîne ku hêzên tundraw û terorê herêm tevlihev kiriye."

Li ser metirsiya Ebû Zebî ji berfirehbûna îxwan li Sûriyeyê, Ebdullah wiha dawî li gotina xwe anî: "Rewşa îxwanên li Sûriyeyê mîna rewşa giştî ya îxwanan bi paş de çû û qels bûye û tu gefên taybet piştî dewleta Tirk û Qeterê desteka xwe ji vê komê re vekişand tune ye. Koma îxwana di boriyê de asê ma û beşdariya xwe li Îmarat û dewletên rojavayî ji dest da."

El Gêlanî jî got: "Meyla îslamî ya dewletên Kendavê tenê qewlika lawaz ji qewlikên sîstemên wê yên siyasî ye, sedema vê yekê zanabûna zêde ya gelê wê û derketina wê ji qefesa zihniyeta hişk e."

(fr/bb)

ANHA