Parêzer: Dorpêç sûcekî qirkirinê ye

Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku li gorî sîstema Romayê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. El Neîmî bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna bi parçekirina xaka Sûriyê bifikire bila bi yekbûna wê bifikire.

Parêzer: Dorpêç sûcekî qirkirinê ye
14 ÇILE, 2023   23:40
QAMIŞLO – GELHAT ANDOK

Ev 5 sal e hikumeta Şamê herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê xistine dorpêçeke giran û nahêle pêdiviyên sereke bikevinê.

Dorpêç di Tebaxa 2022ʹyan de hate şidandin û bandor li hemû warên jiyanê kir. Ji ber sermaya zêde û tunebûna madeyên germkirinê  zarokên bi navê Hisên Kîbar (17 rojî) û Wîsam Sîdo (4) li taxa Şêxmeqsûd jiyana xwe ji dest da.

ʹDORPÊÇ SÛCEKÎ QIRKIRINÊ YEʹ

/kr/uploads/files/2023/01/14/173347_-.webp

Endamê Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Mihemed Emîn El Neîmî bal kişand ser sûcên ku hikumeta Şamê li dijî şênî û koçberan pêk tîne û wiha got: "Dorpêça ku hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşerefiyê û herêma Şehbayê ferz kiriye sûcekî navneteweyî ya li dijî mirovahiyê ye."

Parêzer El Neîmî bi bîr xist ku li gorî madeya 7ʹan ya sîstema bingehîn a Romayê ya ku 17`ê Termeha 1998`an ji aliyê dadgeha sûcên navneteweyî ve li Romayê hatiye esasgirtin, dorpêça li ser çavkaniyên jiyanê  sûcekî navneteweyî ye û beşek ji sûcên li dijî mirovahiyê ye. El Niêmî wiha lê zêde kir: "Tengavkirina gelan di warê jiyanê de û bêparhiştina wan ji xwarin û dermanan sûcên qirkirinê ne.ʹʹ

El Neîmî anî ziman ku dorpêça li ser Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û herêma Şehbayê sûcekî mezin yê dijî bi hezaran zarokan e û got: "Ji ber dorpêçê zarok ji hemû mafên xwekî, wekî perwerde, tenduristî û mafên herî biçûk ên jiyan bê par man. Di encama vê dorpêçê de nexweşiyên xeternak belav bûn û pêwîstiyên germkirinê tune ne."

El Neîmî destnîşan kir ku siyaseta dorpêç û birçîkirinê ku hikumeta Şamê li dijî herêmê pêk tîne, dikeve xizmeta berjewendiyên dewleta Tirk a dagirker ku bi hezaran şêniyên Efrînê dan koçberkirin û herêma wan dagir kir. Her wiha da zanîn ku hikumeta Şamê bi van sûcan li şûna ku li dijî dagirkirina xaka Sûriyê bisekine, xizmeta dewleta Tirk a dagirker dike.

Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî di dawiya axaftina xwe de dorpêç şermezar kir û diyar kir ku hikumeta Şamê siyaseta mirina hêdî dimeşîne. Her wiha bang li hikumeta Şamê kir ku li şûna ku xaka Sûriyê parçe dike bila bi yekbûna xaka Sûriyê bifkire.

ANHA