Şêniyên Helebê sersaxî da malbata şehîd Kemal Çiya

Meclisa Malbatên Şehîdan danê nîvro konê sersaxiyê ya şehîdê HPG′ê Ehmed Aza (Kemal Çiya) ku di 3′yê Cotmeha 2020′an de şehîd bûbû, li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê vegirt.

14 ÇILE, 2023   17:30
HELEB

Bi sedan endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, YPJ′ê û YPG′ê berê xwe da konê sersaxiyê. Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li qada şehîdan a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê vegirt.

Di bin konê sersaxiyê de berdevkê YPG′ê ya Helebê Hemze Heleb axivî û sersaxiya malbata şehîd, rêber Abdullah Ocalan û gerîlayên li çiyayên azad xwest.

Hemze Heleb wiha domand: "Em li vir rojane şehîdan oxir dikin, lê weke me soz daye şehîdên şoreşê û rêber Ocalan em ê tola şehîdan hilînin."

′EM AMADE ROJANE ŞEHÎDAN BIDIN′

Hemze Heleb wiha domand: "Em amade ne rojane şehîdan bidin, li qadan bin û li eniyan bin. Li gel dijmin tu belge neman û ew ber hilweşînê ve diçe. Ji lew re her tiştî li dijî me bi kar tîne; kîmyewî, balafiran û çekên giran. Lê em serî natewînin, ji ber em xwe dispêrin fikir û felsefeya rêber Ocalan."

Li aliyekî din jî Hevserokê Meclisa taxa Şehîd Cengîz Elî Şêx wiha got: "Me bi felsefeya şehîdan gavên pir mezin avêtin. Divê dijminên mirovahiyê nefikirin ku em ê serî ji komkujiyên wan re deynin."

Elî Şêx wiha domand: "Em ê wek li kêlek berxwedan gerîla bisekinin. Gel azadî û demokrasiyê dixwaze û em ê di aliyên siyasî û dîplomasî de li kêlek wan bisekinin. Em ne poşman in ku rojane li qadan û li kêlek şervanên xwe yên li eniyan bin."

Li ser navê malbata şehîd, xwişka şehîd Roken Aza axivî û wiha got: "Bi serbilindî me şehîd Kemal pêşwaz kir û em şehîdê xwe diyarî çar parçeyên Kurdistanê, gerîlayên serê çiyan û rêber Ocalan dikin. Rêya şehîdan rêya azadiyê ye."

Roken diyar kir ku ew ê li ser şopa şehîdan bin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em li vir soza xwe nû dikin ku em li ser rêça şehîdan bin, li qadan bin û her tim amade bin."

Di dawiyê de wesîqeya şehîd hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.

(fr)

ANHA