​​​​​​​Ji Lîbyayê heta Rojava têkoşîna 40 salî: Mihemed Nûrî Ebû Bekir

Ji Lîbyayî heta Rojava, Mihemed Nûrî Ebû Bekir Hesen jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe. Mihemed Nûrî di kêliya dawîn a jiyana xwe de jî banga xurtkirina têkoşînê kir.

​​​​​​​Ji Lîbyayê heta Rojava têkoşîna 40 salî: Mihemed Nûrî Ebû Bekir
15 ÇILE, 2023   03:30
QAMIŞLO- GELHAT ANDOK

Ji kesên yekemîn ên ku bi xurtî û nîşaneya serkeftinê cihê xwe di nava Şoreşa Rojava ya 19ʹê Tîrmeha 2012ʹan de girt, Mihemed Nûrî Ebû Bekir e. Bav Mihemed Nûrî Ebû Bekir yek ji hevrêyên şehîdê ked û dozê Yûsif Gulo ye. Ebû Bekir PKKʹê wek hewayê ku nefesa wê dikişîne bi nav kir û ji bo doza kurdî û xilaskirina gelê Kurdistanê li ser vî fikrî da ser rêya têkoşînê.

MIHEMED NÛRÎ EBÛ BEKIR KÎ YE?

Mihemed Nûrî Ebû Bekir Hesen sala 1953ʹyan li bajarokê Abira yê navçeya Çilaxa ya kantona Qamişloyê ji dayik bû. Piştî jidayikbûnê malbata wî berê xwe dide gundê Girkê Xelo yê navçeyê.

Ji ber rewşa zehmet a debarê ya malbatê, Mihemed Nûrî xwendina xwe ya seretayî temam nake. Piştre malbat berê xwe dide Qamişloyê û li wir Mihemed Nûrî karê necariyê dike. Di sala 1979ʹan de Mihemed Nûrî dizewice û berpirsyariyên wî mezintir dibin. Ji ber vê yekê diçe Lîbyayê û li wir heman karî didomîne. Piştî 2 salan, hevjîna wî û zarokên wî (3 keç û 6 kur) xwe digihînin Lîbyayê.

Rêwîtiya ber bi Lîbyayê ve ji bo Mihemed Nûrî mîna destpêka jiyaneke nû ye. Li vir Mihemed Nûrî di sala 1980`yî de bi rêya endamên tevgerê, tevgera rizgariya Kurdistanê nas dike û ramanên rêber Abdullah Ocalan bandore lê dike. Li ser vê yekê rêwîtiya wî ya têkoşîna dozê dest pê dike.

/kr/uploads/files/2023/01/14/173556_-.webp

Hevjîna Mihemed Nûrî, Feyrûz Hisên li ser wê pêvajoyê got: "Mihemed Nûrî welatiyekî kurdistanî bû û di hemû mercên zehmet de bêyî ku dudilî bibe desteka dida têkoşerên tevgera rizgariya Kurdistanê. Mihemed Nûrî bi hevjiyana li gorî ramanên rêber Ocalan bawer bû û di malê de pêk dianî."

Mala Mihemed Nûrî Ebû Bekir a li Lîbyayê bûbû navenda kombûna endamên tevgera rizgariya Kurdistanê û hemû kesên ku dixwazin tev li tevgerê bibin û li welatê xwe Kurdistanê vegerin.

Feyrûz Hisên nîqaşên xwe yên bi Mihemed Nûrî re yên li ser tevgerê bi bîr anîn û got: "Her tim min jê dipirsî ji ber çi ew qasî bi tevgera rizgariya Kurdistanê û têkoşînê ve girêdayî yî. Digot hemû gel xwedî welat in, mafê me jî heye ku banga welatê xwe bikin. Digot dijmin ji hemû aliyan ve êrişên qirkirinê li ser me dike, çawa ez ê bi têkoşînê ve girêdayî nebim. Ev têkoşîn rêya azadiya welatê me ye."

Di sala 1984ʹan de, Ebû Bekir vedigere Qamişloyê û li vir tev li xebatên tevgerê dibe.

Mihemed Nûrî Ebû Bekir zarokên xwe jî li ser vî fikrî mezin kirin û ji wan dixwest di nava tevgerê de cih bigirin. Li ser vê yekê keça wî ya mezin Gulistan Ebû Bekir (Sarya Cûdî) di sala 1999ʹan de tev li refên PKKʹê dibe û di sala 2009ʹan di êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bû.

Di merasîmê oxirkirina şehîd Sarya Cûdî de, Meysa çeka xwişka xwe radike û bi navê Sarya Cûdî tev li refên PKKʹê dibe û di sala 2016ʹan de şehîd dibe.

Di hevpeyvîneke berê ya li gel ajansa me de Mihemed Nûrî Ebû Bekir wiha gotibû: "Keça min di sala 1999ʹan de tev li refên partiyê bû, hin xizmên me hewl da rê li ber wê bigirin, lê min bersiva wan da û min got têkoşîna min ji bo tevlêkirina keç û xortên Kurd nava partiyê ye, ma dibe ez nehêlim keça min rêya heqîqet û azadiyê bişopîne!”

Feyrûz Hisên diyar kir ku bi saya bavê xwe her du keçên wê tev li refên tevgera azadiyê bûn û got: "Bavê wan hezkirina welat di dilê kur û keçên xwe de çand û her tim xeyal dikir ku Kurdistaneke azad û welatekî azad ji bo hemû pêkhateyan bibîne. Hîna tê bîra min dema keça min Gulistan biryara tevlêbûna nava tevgerê da û bavê wê eniya wê maç kir."

JI DAMEZIRÎNERÊN MECLISA MALBATÊN ŞEHÎDAN Û PYDʹÊ YE

Mihemed Nûrî Ebû Bekir ji kesên pêşîn bû yên ku tev li Şoreşa Rojava ya 19ʹê Tîrmehê bûn. Mihemed Nûrî ji bo belavkirina fikrê neteweya demokratîk di nava gel de û avakirina saziyan di hemû qadan de tê koşiya.

/kr/uploads/files/2023/01/14/173540_-.webp

Birayê şehîd Mihemed Nûrî Ebû Bekir, Silêman Ebû Bekir behsa têkoşîna birayê xwe ya di nava şoreşê de kir û ev tişt parve kir: "Mihemed Nûrî ji kesên ku hemû îmkanên xwe xistin xizmeta Şoreşa Rojava bû. Mihemed Nûrî zextên hikumeta Şamê û saziyên wê yên îstîxbaratê wekî astengî li pêşiya pêkanîna erka xwe ya neteweyî nedît."

Têkoşer Mihemed Nûrî Ebû Bekir, li gel kesayetên welatparêz ên wekî Yûsif Gulo û Îsa Hiso xebitî û 3 caran ji aliyê hikumeta Şamê ve hat kirin. Cara yekemîn sala 2004ʹan bû ku 2 mehan di girtîgehê de ma, cara duyemîn sala 2007ʹan mehekê di girîtgehê de ma û cara sêyemîn jî destpêka aloziya Sûriyeyê bû ku 5 mehan girtî ma.

Silêman Ebû Bekir bi bomdarî got: "Dema keça Mihemed Nûrî Gulîstan (Sarya Cûdî) şehîd ket, tu kesî nediwêrîbû nasnameyên şehîdan ragihîne, lê Mihemed Nûrî konê sersaxiyê danî. Dema ku hikumeta Şamê astengî derxist Mihemed Nûrî got, ʹEv taziya keça min e, ji bo danîna konê taziyê ez destûrê ji we naxwazimʹ. Ji ber vê helwesta xwe hat girtin. Lê ji ber hêrsa gel hikumet neçar ma ku wî serbest berde."

Mihemed Nûrî Ebû Bekir yek ji damezrînerên Meclisa Malbatên Şehîdan e. Her wiha zemîna PYDʹê di 20ʹê Îlonê 2003ʹan de li Rojava danî û beşdarî konferansa yekemîn a avabûna PYDʹê bû.

Silêman Ebû Bekir diyar ku birayê wî ji kesên yekemîn e ku di sala 2012ʹan de sûr li derdora Goristana Şehîd Delîl Saroxan ava kir û got: "Di wê demê de hikumeta Şamê astengiyên derxxist. Şehadeta Delîl Saroxan ji bo wî dehfek bû ku sûrê li derdora gora wî ava bike. Piştre goristan bû sembola şehîdên azadiyê."

Li gorî Silêman, birayê wî rojekê li beramberî doza gelê xwe dudilî nebû, di hemû dem û li hemû cihan de beşdarî çalakiyan dibû. Di dema dawîn de nexweşiyên dil û şekir pêre çêbûn û ji lingekî xwe bû.

Mihemed Nûrî Ebû Bekir ku nexweşiya şekir pê re hebû, di dawiya sala 2018ʹan de êşa wî giran dibe, ji ber vê yekê bijîşk neçar man ku lingê wî yê rastê qut bikin. Ji ber krîza dil jî lingê wî yê çepê pûç bû.

ŞEHADET

Tevî nexweşiyê jî Mihemed Nûrî Ebû Bekir têkoşîna xwe di nava şoreşê de dewam kir. Têkoşer Mihemed Nûrî 23ʹyê Kanûna 2022ʹyan di 69 saliyê de ji ber krîza dil li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Têkildarî wesiyeta wî jî birayê wê Silêman Ebû Bekir got: "Heta nefesa dawîn wesiyeta xurtkirina têkoşînê, lidarxistina çalakiyan heta pêkanîna azadiya gelan dikir."

ANHA