​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2023ʹYAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-01-2023ʹYAN
14 ÇILE, 2023   23:00

-Şaredariya Gel a Çilaxa ya Qamişloyê bi sernavê (paqijî çand e, jîngeh a me û nifşên me yên bê ye, em parastina wê bikin û em di paqijî û parastina wê de hemû hevkar in) hemleyeke paqijiyê dest pê dike. Saet 10:00′an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Parêzer Mihemed Emîn El Neîmî diyar kir ku li gorî sîstema Romayê dorpêça hikumeta Şamê ya ‎li ser Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sûcekî li dijî mirovahiyê ye. El Neîmî bang li ‎hikumeta Şamê kir ku li şûna bi parçekirina xaka Sûriyê bifikire bila bi yekbûna wê bifikire.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

- Hevserokê Meclisa Herêma Rojava ya Dêrazorê Mihemed El Hîlal her bazarek li dijî Bakur û ‎Rojhilatê Sûriyeyê red kir û diyar kir ku şêniyên Dêrazorê wê li hemberî her planeke li ser ‎herêmê bisekinin.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‏ ‏

- Ji Lîbyayî heta Rojava, Mihemed Nûrî Ebû Bekir Hesen jiyana xwe xist xizmeta welatê xwe. ‎Mihemed Nûrî di kêliya dawîn a jiyana xwe de jî banga xurtkirina têkoşînê kir.‎ ‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‏ ‏

- Rêveberên rêxistinên jinan ên li Kurdistan, Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê salvegera ‎Kongra Star pîroz kir û hêviyên xwe yên domandina serkeftina wê anîn ziman. ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎‏ ‏

- Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 2023′yan de dest bi ‎avakirina pergala tenduristiyê ya herêmê, jinûve sererastkirina beşa tenduristiyê ya hilweşayî, ‎piştî 11 salan ji krîz kir. Ew yek dê bi rêya pêkanîna gelek projeyên tenduristiyê yên mezin li ‎herêmê pêk werin.‎ ‎‎(BI WÊNE Û DÎMEN)‎

-Di du rojên borî de nêzîkbûna di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de bi paş ket. Ew yek piştî daxuyaniyên Beşar Esed ên vekişîna dagirkeriyê ji xaka Sûriyê û rawestandina desteka wê ji teroran re pêk hat.

CÎHAN

- Serokê Sûriyê Beşar El Esed ji bo pêkanîna hevdîtinê bi serokê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ‎re şert danîn û di nava wan de bidawîkirina dagirkirina axa Sûriyê heye. Pispor û ‎şîrovekarên siyasî diyar dikin ku metirsî hene ku çalakiyên DAIŞ jinûve li Sûriyê û Iraqê ‎geş bibin.‎

DOSYA

- Serdana wezîrê Karên Derve yê Îmratê şêx Ebdullah Bin Zayid Al Nehyan ji Şamê re gelek ‎nîqaşên siyasî çêkir û hêrsa Amerîka bilind kir. Her wiha şîrovekaran da zanîn ku nêzîkbûna ‎Îmaratê ew e ku rola xwe ya herêmî xurt bike û hevsengiyekê di nava dewletên destwerdana li ‎Sûriyê kirin de pêk bîne, bi taybet Îran û Amerîka.‎

ANHA