Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist

Bi dirûşma "Bi têkoşîna jinên azad em ê edaleta civakî bi ser bixin" Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya ‎Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist.

Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Dêrazorê civîna xwe ya salane li dar xist
14 ÇILE, 2023   17:56
DÊRAZOR ‎

Di civînê de nûnerên Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên Meclisên rojava ya Dêrazorê, ‎nivîsgeh û komîteyên girêdayî wê, beşdar bûn. ‎

Di civînê de Hevseroka Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Dêrazorê Îman El Silêman rapora siyasî ‎xwend.‎

Piştre endama Nivîsgeha Komîteya Lihevanînê Ayşe El ehmed rapora salê ya meclisê xwend, her wiha endama Nivîsgeha Dîwana Edaleta Civakî Şeyma El Hacî perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser jinan xwendin û wiha tê de hate gotin: "Ji ber ku pirsgirêka jin çavkaniya hemû pirsgirêkan e, nirxandina mijarên ku jin di civakê de pêşî lê dijîn di çarçoveya xwe ya dîrokî û civakî de girîng e.

Paşê beşdaran rewşa rêxistinî, astengî û pirsgirêkên ku rastî komîte û nivîsgehên girêdayî ‎Meclisa Jinan a Edaleta Civakî di sala 2022'an hatine, nîqaş kirin.‎

Civîn bi gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ne:

Dewreyên hişmendî werin vekirin.

Navendek xwendinê were avakirin

Navedna parastina jinê li Dêrazorê were vekirin.

Di her saziyekî de baxçeya zarokan were vekirin

Projeyên biçûk ji jinên bî û hevjînên wan mirin re werin aktîfkirin ‎

Hemleyên hişyariya li dijî madeyên hişbirê û bandorên wê li ser jin û civakê werin xurtkirin. ‎

(dm)

ANHA