Rêxistinên jinan domandina serkeftinên Kongra Star xwestin

Rêveberên rêxistinên jinan ên li Kurdistan, Ewropa û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê salvegera Kongra Star pîroz kir û hêviyên xwe yên domandina serkeftina wê anîn ziman.

Rêxistinên jinan domandina serkeftinên Kongra Star xwestin
15 ÇILE, 2023   01:49
QAMIŞLO- HÊLÎN EYLUL

Nûnerên rêxistinên jinan ên Rojhilat, Başûr û Rojavayê Kurdistanê, li Ewropa û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derbarê salvegera damezirandina Kongra Star de nêrînên xwe anîn ziman.

MECLÎSA JINAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ

Endama Kordînasyona Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Berpirsa Yekitiya Jinên Suryanî ya Qamişlo Corcêt Bersomo, salvegera damezirandina Kongra Star pîroz kir. Corcêt Bersomo destnîşan kir ku Kongra Star li Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê rêxistina sereke ya jinan e. Corcêt Bersomo, bal kişand ku Kongra Star ji destpêka şoreşê ve bi xebata xwe îradeya jinan derxistiye holê, li herêmê, Rojhilata Navîn û cîhanê rola girîngiya rola jinê nîşan daye, rengê jinên Kurd, Ereb û Suryan teyisandiye.

Corcêt Bersomo, bibîr xist ku Kongreya Star di perwerdekirina jinan de jî roleke girîng lîstiye, di encama van perwerdeyan de gelek jinan di qada leşkerî, dîplomasî, civakî û hwd. de pêşengî kirine.  Corcêt Bersomo hêvî kir ku hemû jin di vê astê de têkoşîna xwe bidomînin.

RJAK

Endama Rêxistina Jinên Azad a Kurdistan (RJAK) Bano Helepçe, jinên Rojava ku li seranserê cîhanê bûne sembola têkoşîna neteweya Kurd silav kirin. Bano Helepçe bibîr xist ku Kongra Star li ser fikra Rêber Abdulah Ocalan xwe rêxstin kiriye, di warê jiyanê û siyasetê de serketî bûye û salvegera wê pîroz kir.

 

Bano Helepçe hêvî kir ku Kongra Star di sala nû de jî bibe dengê hemû jinên cîhanê.

TJK-E

Endama TJK-E Kezban Dogan, anî ziman ku Kongra Star bingeha xwe ji Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê digire, bi şoreşa Rojava re jî ji bo tevahiya jinên Suriyeyê bûye mînak. Kezbanê diyar kir ku şoreşa Rojava ku wekî şoreşa jinê tê pênasekirin bûye ronahiya tevahiya jinên cîhanê û ew jî wekî jinên Kurd ên li Ewropayê, Kongra Star ji xwe re mînak digirin.

KJAR

Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê  (KJAR) Kejal Şêx Mihemedî tevahiya endamên Kongra Star û jinên têkoşer silav kirin û da zanîn ku ew jî weke jinên li Rojhilatê Kurdistanê di têkoşîna xwe de Kongra Star mînak dibînin. Kejal Şêx Mihemedî bal kişand ku li Rojhilatê Kurdistanê jî têkoşîna jinan li ser rêya Sakîne, Bêrîtan, Zîlan Pepolî , Arîn Mîrkan, Avesta Xabûr û rêbaza Kongra Star tê meşandin û şoreşa niha li Rojhilat dimeşe, bi rihê qehermanên weke Şêrîn Elmhoî û Zeyneb Celaliyan xurt dibe.

ZENÛBIYA

Endama Desteya Rêveber a Kombûna Jinan a Zenûbiya Nesrîn El Hesen jî destnîşan kir ku Kongra Star çareseriya pirsgirêkên tevahî jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Nesrîn El Hesen bi bîr xist ku tevahiya rêxistinên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çavkaniya xwe ji fikra Kongra Star digirin û da zanîn ku Kongra Star bi berxwedana xwe rê vekiriye ku jin di tevahiya qadên jiyanê de cih bigirin.

ANHA