Yekitiya Rewşenbîran a Reqa komxebatek li dar xist ‎

Yekitiya Rewşenbîran a Reqa panelek li ser nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî û rola jinan di veguherandina demokrasiyê ber bi nenavendîbûnê ve li hola Taca ya li naverasta Reqayê li dar xist. ‎

Yekitiya Rewşenbîran a Reqa komxebatek li dar xist ‎
14 ÇILE, 2023   17:03
REQA

Di komxebatê de nûnerên meclisên jinan, desteyên jinan, jinên serbixwe, endamên Meclisa Sûriya ‎Demokratîk (MSD), nûnerên Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Jinan a Sûriyê li ser asta ‎herêmên rizgarikirî, beşdar bûn. ‎

Komxebat bi axaftina Hevseroka Yekitiya Rewşenbîran a Tebqa Şeze El Hisên dest pê kir.

Şeze El Hisên wiha got: "Civaka Sûriyê û piştî serxwebûnê bi rewşa di dema dagirkeriya Osmanî ji herêmê re bandor bûbû û li jinê bi rêya sîstema Heremlik tê nêrîn." ‎

Şeze wiha domand: "Li pêş van hemû rastî û astengiyan tu çareyên sihirbazî ji krîza Sûriyê re ji bilî du vebijêrkan tune ne. Yan bi rewşa xwe ya niha razî bibe û li pêş projeyên nenîştimanî têkçûyî be yan jî barê berpirsiyariyên xeternak û bandorên wê li ser Sûriyê hilgire."

Dûre endama rêveber a Nivîsgeha Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk Debiye El Nasir li ser mijara yekemîn a têkildarî nasnameya nîştimanî ya Sûriyê giştî nîqaş kir.

Dibeye wiha got: "Hîna jin di çarçoveya damezrandinê de û şepêla demokrasî ya nîştimanî wê temsîl dike, her wiha nasnameyên herêmî yên êl, mezhebî, yanî etnîkê wê temsîl dikin." ‎

Debiye diyar kir ku nasname tê wateya cudabûnê, ew jî têgeh û rastiyeke civakî ye û bi awayekî zanistî di ferd, malbat, kom, çand, çîn, irq û olê de tê avakirin. Ev têgeheke lêkhatinê ye ku bi wateya pêkanîna vîn û derbirîna wê ye."

Koordînasyona Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk(MSD) Canda Mihemed mijara duyemîn a li ser rola jinan di veguherandina demokrasiyê ber bi nenavendîbûnê ve nîqaş kir. ‎

Dûre jinên serbixwe behsa rola jinan di civakê de û banga hevgirtina jinan û xebata li ser nêrîna yek bernameyê ku nenavendîbûnê weke têketina çareseriyê be nîqaş kirin. Bi wê re çareseriyan pêşkêşî meclisên neteweyan bikin.

Komxebat bi gelek encamnameyan bi dawî bû û wiha ne:

‎nasnameya nîştimanî ya giştî were diyarkirin ku pirrengiya civakî û çabnî xurt dike, yekitiya nîştimanî pêk tîne û divê ew yek xwe bispêre rêgezên edalet û mafên wekhev.

‎Divê jin beşdarî xebata siyasî û çêkirina destûreke nû ya Sûriyê bin, da ku maf û rola xwe di civakê de misoger bikin. ‎

‎Hêza jinan di aliyê siyasî de dergeheke ji bo jinan e ku Sûriye di warê lihevanînê de li ser mijarên ‎nasnameya niştimanî û sîstema rêveberiya baş ji bo Sûriyeyê ku nûnertiya wê di pêkanîna ‎dewleteke pirrengî û nenavendî de ye.

‎Divê were misogerkirin ku nenavendîbûn aştiya civakê, avakirina bawerî û hevbeşiya civakî geş dike.

‎Hevdîtinên jinan di hundir û derveyî Sûriyê de di çarçoveya yekkirina kedan ji bo piştgiriya dozên jinan û civakê werin zêdekirin. ‎

‎Divê jin beşdarî civên navneteweyî bin, her wiha beşdarî xebatên avakirina aştî û ewlehî û rola di hevgirtina civakê de bin.

‎Divê têgeha nenavendîbûnê weke pergala birêvebirinê û weke dergeheke ji bo çareseriyê li Sûriyê were pêkanîn û divê tecrûbeya Rêveberiya Xweser ji bo pêşeroja Sûriyê were pêkanîn.

(dm)

ANHA