Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya sêyemîn li dar xist

Bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî", Meclisa Edaleta Civakî, civîna xwe ya sêyemîn a salane li Reqayê li dar xist.

Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya sêyemîn li dar xist
14 ÇILE, 2023   15:39
REQA

Meclisa Edaleta Civakî civîna xwe ya salane ya sêyemîn li hola meclisê ya li Reqayê li dar xist. Bi dehan parêzer û dadwerên ji Reqa û Tebqayê û nûnerên dîwanên edaleta civakî yên her du herêman tev li civînê bûn.

Di civînê de, Cîgirê Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen rewşa siyasî nirxandin.

Hevserokoa Meclisa Edaleta Civakî ya Reqayê Îlham Hafiz perespektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin. Piştre rapora salane ya Meclisa Edaleta Civakî hatin xwendin. Beşdaran jî pirsgirêkên di kar de dikişînin û rêbazên çareserkirinê anîn ziman.

Di dawiya civînê de hevseroka Meclisa Edaleta Civakî Îlham Hafîz têkidarî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan daxuyanî xwend.

/ar/uploads/files/2023/01/14/141516_mjls-aladalh-alajtmaayh-fy-alrqh-waltbqh-yaqd-ajtmaah-althalth-28129.webp

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Desthilata Tirk ji derdora 23 salan ve Rêber Abdullah Ocalan revand û heta niha dîlgirtî ye. Ruxmî hemû mercên zehmet rêbertî bi gel û tevgera rizgariyê re dijî û di astên herî jor de têkoşînê dike. Rêbertî tecrîd wekî tecrîda li ser tevahî mirovahî wesif dike."

Di dewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Rêber Abdullah Ocalan ji 40 salan ve têkoşîna aştiyê dike û tecîrda li ser wî zilma herî mezin e.

Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku girtina Rêber Abdullah Ocalan li dijî qanûnên navneteweyî ne û bang li rêxistinên mirovî û navneteweyî hate kirin ku tecrîdê bi dawî bikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan pêk bînin.

ANHA