′Têkoşîna me..ji bo parastina destkeftiyên me û misogeriya şoreşa me ye′

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê bi dirûşma "Têkoşîna me ji bo parastina destkeftiyên me û mîsogeriya şoreşa me ye" panelek li dar xist.

′Têkoşîna me..ji bo parastina destkeftiyên me û misogeriya şoreşa me ye′
14 ÇILE, 2023   16:25
QAMIŞLO

Panel li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bi dehan endamên Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê, TEV-DEM, Meclisa Jinan a Şaredariyan, Meclisa Jinan Partiya Sûriya Pêşerojê ya kantona Hesekê û Kombûna Jinan a Zenûbiya hat lidarxistin.

/ar/uploads/files/2023/01/14/143027_img_1214.webp

Panel ji aliyê Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş, Sekretêra Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dauwd û cîgira Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo ve hat birêvebirin.

Di panelê de du mijar; destkeftiyên şoreşa jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, çawaniya parastin û pêşxistina wê, girîngiya belavkirina fikirê neteweya demokratîk li tevahî cîhanê   hatin nîqaşkirin.

Her wiha Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Sîham Dawûd bal kişand ser destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha got: "Şoreşa jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa zihniyeta civakî û pir bi nirx e. Şoreşa rewşeke nû ji jinan re pêk anî. Ew şoreşa rêzê û nirxdayîna ji cewhera jinan û girêdana wê bi rastiya xwezayî û xwegihandina wê ye."

Sîham wiha domand: "Dema li ser destkeftiyên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digel şoreşa jinan tên axaftin ne pêkan e ev destkeftî bi hin gotin û hevokan bên nirxandin. Ji van destkeftiyan jinan di Rêveberiya Xweser de nûnertî kir anku sîstema hevserokatiyê pêk anî, artêşa jinan (YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin), jin û qada siyasî, jin û qada aborî, jin û qada çapemeniyê, desteya jinan û Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê."

Dûre beşdaran li ser mijara yekemîn nîqaş kir. Beşdaran fedekariyên jinan, ruxmî astengiyên li pêş wan û zihniyeta baviksalarî, pîroz kirin û got divê jin bi asteke pir mezin tev li dewreyên fikrî bin ku xwe bi pêş bixin.

′ROLA JINA KURD JI DÎROKÎ DE′

Hevseroka Meclisa Kantona Qamişlo Yusra Derwîş mijara duyemîn ku tê de behsa rola jina Kurd ji dîrokî de û bandora şoreşên wê li tevgerên jinan li Rojhilata Navîn û cîhanê, çawaniya sekna wê li hember zihniyeta baviksalarî û rejîmên desthilat û çawa jinên Îranê sûd ji jina Sûriyê wergirtin şîrove kir û wiha got: "Bê guman demokrasî û fikra demokrat xisletek ji xisletên jinan e ku divê geş bike û di civakê de pêk bîne."

Yusra wiha domand: "Em jin ne tenê di aliyê parastina mafên jinan û azadiya wan de berpirsiyar in, lê divê em civakê rizgar bike, destekê bidin tevahî jinên Sûriyê, Rojhilata Navîn û cîhanê. Mîrasa têkoşîna jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin mîrasa jinan li cîhanê bi tevahî, da ku tevahî tevgerên jinan li cîhanê yên li dijî zihniyeta baviksalarî sûdê wergirin."

Yusra ev tişt got: "Divê nûnertiya jinan di aliyê siyasî de bi garantiyên qanûnî were zêdekirin, asta zanabûna siyasî û rêveberî bi rêya xurtkirina aliyên siyasî, rêveberî û aborî were bilindkirin. Dest bi hemleyên ragihandina zanakirina bi dozên jinan were kirin. Di ragihandinê de balê bikişînin ser paşguhkirina jinan di civakê de."

Li dawiyê de, beşdaran nîqaş  û pirs kirin. Cîgira berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Zozan Şemo bersiva pirsên beşdaran da û wiha got: "Em tev li hemû nêrîn û pêşniyarên der barê aktîfkirina rola jinan di aliyê siyasî de dibin. Xebata li ser pêkanîna qanûna malbatê li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bên. Dewreyên perwerdê yên zanakirin û xurtkirina jinan di tevahî aliyên jiyanê de werin zêdekirin û kadroyên jin ku qonaxê bi rê ve bibin werin gihandin."

ANHA