TEV-DEM'ê civîna xwe ya salane bi dawî kir

TEV-DEM'ê civîna xwe ya salane bi dawî kir û plansaziyên sala 2023'yan danî.

TEV-DEM'ê civîna xwe ya salane bi dawî kir
14 ÇILE, 2023   14:58
 HESEKÊ

Bi armanca ku xebatên sazî, rêxistin û yekitiyên civaka sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîqaş bikin û çawa bi pêş bixin, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) civîna xwe ya salane li Akademiya Civaka Sivîl a taxa Xeşman a Hesekê li dar xist.

Civîn 2 rojan dewam kir. Endama Desteya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif, hevserokên TEV-DEM Rûken Ehmed û Xerîb Hiso û bi dehan endamên sazî, rêxistin û yekitiyan li civînê hazir bûn.

/ar/uploads/files/2023/01/14/133919_dsc_0009-28large29.webp

Foza Yusif rewşa siyasî nirxand got: "Aloziya Sûriyeyê dê dewam bike, ji ber ku cîhan bi şerê Ukraniyayê re û bêhêzbûna Rûsya û Îranê di vê qonaxê de, re mijûl bûye. Ji ber vê yekê tê tawîzan bidin dewleta Tirk a dagirker ji ber pêwîstiya wan pê heye."

Têkildarî nêzîkbûna hikumeta Şamê û dewleta Tirk, Foza Yûsif diyar kir ku dewleta Tirk aloziyeke rastîn dijî û nêzîkbûna wê ji hikumeta Şamê nayê wetayê ku wan li hev kiriye û nakokiyên wan bi dawî bûye.

Foza Yûsif got: " Divê em eniya hundirîn di aliyê aborî, siyasî, civak û leşkerî de xurt bikin. Mîsyonên mezin dikevin ser milê TEV-DEMʹê.ʹʹ

Foza Yûsif di dewama nirxandinên xwe de bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê û destnîşan kir ku ji ber gefên li ser Başûrê Kurdistanê helwesteke Kurdistanî ya yekbûyî pêwîst dike.

/ar/uploads/files/2023/01/14/133929_dsc_0064-28large29.webp

Hevserokê TEV-DEMʹê Xerîb Hiso persbektîvên Rêber Abdullah Ocalan xwend. Paşê yekitî, sazî û rêxistinên girêdayî TEV-DEM'ê raporên salane xwendin. Beşdaran rewşa rêxistinî nîqaş kirin û plansaziyên sala 2023'yan danîn.

Di dawiya civînê de plansaziyên sala 2023'yan hat dayîn. Ji wan projeyên girêdayî elaqeya bi parkan, deverên giştî û jîngehê, vekirina kilînkan, pêşxistina qada tenduristiyê, vekirina kooperatîfan û avakirina yekitiyên nû hene.

(dm)

ANHA