Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê dewam dike

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeyên Mabata ya Efrîna dagirkirî derdora  300 darên zeytûnan birîn.

Li Efrîna dagirkirî qirkirina xwezayê dewam dike
14 ÇILE, 2023   14:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyan diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker li navçeya Mabatayê derdora 300 darên zeytûnan ên ayidê  şêniyan birîn.

Çavkaniyan destnîşan kir çeteyan 53 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mistefa Soro, 40 darên zeytûnan ên ayidî Elî Yûsif, 45 darên zeytûnan ên ayidê Silêman Bekir, 35 darên zeytûnan ên ayidê Hisên Bekir, 32 darên zeytûnan ên ayidê Ednan Hemzîno, 22 darên zeytûnan ên ayidê Henan Hemzîno, 20 darên zeytûnan ên ayidê Hemzîno Hemzîno, 17 darên ayidê Eslan Hemzîno, 16 darên ayidê Mihemed Mamo, 15 darên zeytûnan ên ayîdê Mistefa Xoce birîn.

Çavkaniyan dane zanîn ku çeteyên darên birîne bi kamyonên mezin bar kirine da ku li bazaran bifroşin.

ANHA