ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2023ʹYAN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 14-01-2023ʹYAN
13 ÇILE, 2023   23:00

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê merasîmê bîranîna şehîd Xebat Dêrikê li Stada Kornîş a girtî li dar dixe, saet 11:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û êrişên dewleta Tirk a dagirker, ciwanên Partiya Sûriya Pêşerojê meşekê li dar dixe. Meş ji pêşiya Parka Rêbertî ya bajarê Hesekê dest pê dike, saet 12:00ʹan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Minbicê bang li CPT'yê kir ku yekser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bikin. Şêniyan diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Dayikên şehîdan li hember tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan nerazîbûn nîşan da û got “Mafê me ye ku agahiyê ji rêberê xwe bigirin. Em ê ji bo vê jî her li qadan bin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Cîgirê Serokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Mihemed Berkel anî ziman ku mijara têkbirina çeteyên DAIŞʹê girêdayî hesabpirsîna ji dewleta Tirk e, ji ber ku destekê dide wan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker ji destpêka îsal ve êrişên xwe li ser herêmê zêde kirine û got hêzên wan amade ne bersiva êrişan bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Kobanê bang li hikumeta Şamê kir ku ambargoya li taxên ser Şêxmeqûsd û Eşrefiyê û kantona Şehbayê rake. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Mihemed Salih ê 85 salî û Hemdiye Îsmaîl a 70 salî 53 sal in zewicî ne û çavên herduyan jî nabînin. Di nava zor û zehmetiyên jiyanê de 7 zarok û 29 nevî mezin kirine. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Têkildarî biryara Dadgeha Temyîzê ya Terablusê ya rawestandina pêkanîna peymana ku hikumeta Ebdulhemîd El Debîbe bi dewlet Tirk re îmaze kiribû, pirsporên qanûnî û siyasî destnîşan dikin ku biryar wê tenê ximav li ser kaxezê be û dê neyê pêkanîn. (BI WÊNE)

ANHA