Şêniyên Minbicê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan kir

Şêniyên bajarê Minbicê bang li CPT'yê kir ku yekser rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike. Şêniyan diyar kir ku ew ê têkoşînê bidomînin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bikin.

Şêniyên Minbicê banga eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan kir
14 ÇILE, 2023   06:23
MINBIC

Şêniyên bajarê Minbicê diyar kir ku ew hêza xwe ji ramanê Rêber Abdullah Ocalan digirin û got, ew ê têkoşînê dewam bikin heta ku azadiya rêbertî mîsoger bibe.

Şêniyê bi navê Henan Mihemed anî ziman ku Rêber Ocalan ji 24 salan ve li Îmraliyê hatiye ragirtin û di vê dawiyê de desthilata Tirk tecrîda li ser wî girantir kiriye da ku aloziyên li cîhanê û Rojhilata Navîn kûrtir bike.

Henan wiha domand: “Em hêza xwe ji fikrê Rêber Ocalan digirin, asta ku em niha gihîştinê bi saya fikrê wî ye. Ji ber wê jî em bang li CPT’yê dikin ku rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bike û azadiya wî ya fîzîkî pêk bîne.”

Şêniyê bi navê Ebdusetar Hisên tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kir û got: “Rêber Ocalan ji bo azadî û demokrasiyê yek ji kesayetên girîng e. Kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî wî pêk tîne dermirovî û ne li gor pîvanên û qanûnên exlaqî ne.”

Hisên diyar kir ku ew ê xeta rêbertî ya biratiya gelan û jiyana hevbeş dewam bikin û bang li rêxistinên hiqûqî û CPTʹyê kir ku destwerdanê bikin û rewşa tenduristî ya Rêber Ocalan eşkere bikin.

Jina ciwan a bi navê Şirîn Ehmed da zanîn ku armanc ji komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah çewisandina gelên azad e da ku neghêjin azadiya xwe.

Şirîn Ehmed anî ziman ku Rêber Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de ragirtî ye, lê ramanê wî yê demokratîk li nava hemû neteweyan belav bûye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ciwan wê têkoşînê xurt bikin heta ku azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan mîsoger bibe.ʹʹ

(mh)

ANHA