Rojnameyên erebî behsa xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir

Rojnameyên erebî di hejmarên xwe yên îro de behsa xwepêşandanên li herêmên dagirkirî yên li dijî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê, hewldanên Almanyayê yên kirîna gaza Iraqê û bangewaziyên ji bo dirêjkirina agirbesta li Yemenê, nivîsandin.

Rojnameyên erebî behsa xwepêşandanên li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir
14 ÇILE, 2023   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

‘LI DIJÎ LIHEVHATINA BI ESED RE LI BAKURÊ SÛRIYEYÊ DÎSA XWEPÊŞANDAN’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî rewşa Sûriyeyê wiha nivîsand: “Duh li herêmên bakurê rojavayê Sûriyeyê yên di bin serweriya Tirkiyeyê de, li dijî nêzîkbûna Enqere-Şamê û lihevhatina bi rejîma Beşar Esed re dîsa xwepêşandan çêbûn.

Çalakvanan ragihand ku muxalîfên li bajarê Ezaz yê Helebê (bakurê Sûriyeyê) êrişî serokê Îtîlafa Nîştimanî ya Sûriyeyê Salim El Mislet kiriye, bi “Şebîh” (alîgirê rejîmê) bi nav kiriye û hewl daye lê bidin û keviran biavêjinê. Her wiha nehiştiye ku beşdarî xwepêşandana duh a li bajêr bibe. Li bajar û bajarokên gundewarên din ên Heleb û Idlibê jî li dijî nêzîkbûna Tirkiye bi rejîma Sûriyeyê re gelek xwepêşandan hatin lidarxistin. Malperên ser bi opozîsyonê ve dîmenek parve kir, tê de diyar dibe ku hejmarek xwepêşandêrên li Ezazê êrişî El Mislet dikin, piştre parêzvanên wî destwerdanê dikin û wî ji wir derdixin.

Çalakvanê muxalîf Omer El Helî ku ji gundewarên Helebê ye, got li bajarên Efrîn, Ezaz, Cerablus, Marê, Dabiq ên bakurê Helebê li dijî nêzîkbûna û lihevhatina Tirkiye û rejîma Sûriyeyê ya li ser hesabê 'şoreşa Sûriyeyê', xwepêşandanên girseyî hatine lidarxistin.

Li herêmên opozîsyonê yên bakurê rojavayê Sûriyeyê li hember 'hikumeta demkî ya Sûriyeyê' û serokê wê Ebdurehman Mistefa nerazîbûn derketiye. Ev nerazîbûn piştî daxuyaniyek ku hat gotin a Mistefa ye ya têkildarî civîna sêalî ya li Moskovê ya dawiya meha borî pêk hat ku wekî gavek girîng ber bi çareseriya siyasî li Sûriyeyê ve bi nav kiribû. Her wiha daxuyandibû ku Tirkiye li gorî xeyalên gelê Sûriyeyê tev digere. Lê piştre ev daxuyanî red kiribû. Hikumeta Demkî jî ragihandibû ku daxuyaniyên wan xirab hatine wergerandin û armanc jê reşkirina hikumetê di çavê gelê serhildêr de û derbekirina saziyên opozîsyonê ye.

Hemxwetî xwepêşandanên li gundewarê Helebê, li bajarê Idlibê û gundewarê wê (Erîha, Harim, Selqîn, Îsqat, Sermede, Dana, Kefer Lûsîn û bi dehan kampên koçberan) jî xwepêşandan hatin lidarxistin. Xwepêşandêran bi pankertan li hemberî helwestên dawîn ên Tirkiyeyê yên li hember rejîma Sûriyeyê û nêzîkbûna pê re nerazîbûn nîşan da û banga hilweşandina rejîmê kir.”

‘ÇAVÊ ALMANYAYÊ LI GAZA IRAQÊ YE DA KU XWE JI GIRÊDANA BI RÛSYAYÊ VE XILAS BIKE’

Rojnameya El Ereb jî behsa serdana serokwezîrê Iraqê ji bo Almanyayê kir û nivîsand: “Almanyayê Iraq xist lîsteya dewletên ku hewl dide di dema pêş de li şûna gaza Rûsyayê, gazê jê bikire. Ruxmî ku duyemîn mezintirîn hilberînerê petrolê di nava Opecê de (Iraq), hilberandina wê têra firotinê nake.

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Schultz di civîneke çapemeniyê ya tevî serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî de li Berlînê got welatê wî bi hikumeta Iraqê re têkildarî derfeta kirîna gaza xwezayî, dan û standinan dike.

Ji ber aloziya enerjiyê ya di encama şerê Ukraynayê de pêk hatiye, pergala aboriyê ya ku Almanya xwe tê de dispêre kirîna gaza Rûsyayê, xirab bû.

Di encama şer de, hewcedariyên ji Rûsyayê tên hatin rawestandin, vê jî hişt ku di sala borî de nirxê kel û pelan li Ewropayê bilind bibe.

Pê re lêçûnên hilberandinê di pîşesaziyê de jî zêdetir bûn û enflasyon bilind bû. Vê rewşê metirsiyên rûdana aloziyeke mezin a aboriyê li welat derxistin.

Almanya, neçar ma ku li şûna gaza Rûsyayê li alternatîfan bigere û gelek lihevkirin îmze kirin. Ji wan lihevkirinan, şirîktiya bi Qeterê re ji bo 15 salan da ku gazê bifiroşe wê.

Şîrovekar dibêjin ku fikirandina Almanyayê ya anîna gazê ji Iraqê dibe ku rê li pêş şîrketên enerjiyê yên Almanyayê veke ku li Iraqê îstismaran bikin da ku hilberandinê zêdetir bikin.”

‘TEVGERA HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ JI BO AGIRBESTEKE NÛ LI YEMENÊ’

Rojnameya El beyan jî behsa rewşa Yemenê kir, têkildarî wê wiha nivîsand: “Tê payîn ku nûnerê NY`ê serdana Senayê bike, hemwextî wê yekê navbeynkarên herêmî tevgerên xwe yên ji bo pêkanîna lihevkirinek din a agirbestê yan jî rawestandina şer li Yemenê, zêde kirin.

Çavkaniyên ji hikumetê û yên siyasî bi bîr xistin ku nûnerê NY`ê Hans Grundborg dê Şemiyê bigihêje Senayê û tevî navbeynarkên herêmî dê hewl bide hin astengiyên ku Hûsiyan danîne, ji hole reake. Ev astengî pêşiyê li îmzekirina lihevkirinek nû têkildarî agirbestê digirin. Nîşane hene ku ev astengî piştî hevdîtinên navbeynkaran bi tîma dan û standinan a Hûsiyan û fermandarên wan re, bi dawî bibin.

Li gorî agahiyên ku ji encamên hevdîtinên navbeynkaran bi fermandarên Hûsiyan re derketine, derfeta pêkanîna agirbestek nû û çûyîna ber bi dan û standinên siyasî û leşerkî ve, pê re lihevkirina li ser bidawîkirina şer, heye.”

(cx)