​​​​​​​Ermenên Hesekê ambargoya li ser Qerebaxê şermezar kir

Ermenên bajarê Hesekê bi dirûşma "Ji qirkirineke nû li dijî gelê Ermen re na" daketin qadan û ambargoya ku hikumeta Azerbeyanê li ser Qerebaxê ferz kiriye, şermezar kir.

​​​​​​​Ermenên Hesekê ambargoya li ser Qerebaxê şermezar kir
12 ÇILE, 2023   15:02
HESEKÊ

Bi dehan Ermenên li bajarê Hesekê, li dijî ambargoya ku hikumeta Azerbeyanê li ser Qerebaxê ferz kiriye, meşek li dar xist. Di meşê de ala Komara Qerebaxê û Meclisa Civaka Ermenî hatin hildan û pankartên  bi zimanên Erebî û Ermenî yên wekî "Ermenên Qerebaxê rizgar bikin", "Qerebaxê di bin dorpêçê de ye", "Dewletên garantor ên li Ermenistanê şirîkên rijandina xwîna Ermeniyan û dûbarekirina qirkirinên li dijî wan in" hatin vekirin.

Meş ji pêşiya Parka Rêber Apo ya li taxa Nasira dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina ambargoya li ser Qerebaxê û bêdengiya hêzên navneteweyî hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya Komîteya Şaredariyan û Jîngehê ya bajarê Hesekê veguherî mîtîngê. Hevserokê Meclisa Civaka Ermenî Emar Tetaryan axivî.

Emar Tetaryan ambargoya li ser Qerebaxê şermezar kir û bang li hêzên navneteweyî kir ku ambargoya li ser Qerebaxî bi dawî bikin.

Tetaryan her wiha got: "Ev ambargo bi desteka zemîna terorê anku dewleta Tirk hatiye ferzkirin. Armanc ji vê ambargoyê qirkirina gelê Ermen e."

Hevseroka Meclisa Civaka Ermenî Aref Kasabian jî bêdengiya hêzên navneteweyî ya komkujiyên li dijî Ermenan û got: "Dewletên girêdayî dewleta Tirk a dagirker senaryoya beriya 107 salan a li dijî Ermenan dûbare dike û bi ferzkirina dorpêça li ser Qerebaxê hewl dide civaka Ermenî qir bike û koçber bike."

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

(dm)

ANHA