​​​​​​​Şehîd Zahid El Hisên bi merasîmekê hat oxirkirin

Şêniyên Dêrazor û Şedadê cenazeyê şervanê QSD'ê Zahid Îd El Hisên ku 9'ê Çileyê di encama kirîza dil de şehîd bibû, oxir kir.

​​​​​​​Şehîd Zahid El Hisên bi merasîmekê hat oxirkirin
12 ÇILE, 2023   14:16
HESEKÊ

Bi dehan şêniyên navçeya Şedadê û gundewarê Dêrazorê beşdarî merasîma oxirkirina şehîd Zahid Îd El Hisên (Sor) ya li goristana şehîdan a Şedadê ya Hesekê hatibû lidarxistin, bûn.

Girseya gel cenazeyê şehîd ji Nexweşxaneya Şehîd Sariya ya li Hesekê wergirt û ber bi goristana şehîdan a Şedadê ve bi rê ket.

Li goristanê, piştî deqeyek rêzgirtin, Endamê Rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan a bajaroka Sor a Dêrazorê Xeys El Xelef, axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û diyar kir ku şehîd bi xwîna xwe destanên fedayetî û lehengiyê dinivîsin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê jî Xidir El Kedro wiha axivî: "Şehîd Zahid jî mîna hemû hevrêyên xwe, ji bo ewlehî û aramiya gelê xwe canê xwe feda kir. Em bejna xwe li hember wî ditewînin û soza şopandina rêya wî heta bidestxistina serkeftinê didin."

El Kedro diyar kir ku di oxira bi serxistina projeya demokratîk de gelên herêmê bi hezaran şehîdan dan û gelek alî û di serî de dewleta Tirk a dagirker hewl didin vê projeyê têk bibin.

Piştî ku axaftin bi dawî bûn, Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Şedadê Ayat El Îbrahîm wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir. Cenazeyê şehîd di nava tilîliyên dayikan de hat veşartin.

(mh/cx)

ANHA