Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin

Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî li Eyn Îsayê ʹʹParka Jinêʹʹ vekir.

Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
Li Eyn Îsayê Parka Jinê hat vekirin
12 ÇILE, 2023   15:33
EYN ÎSA

Li gel êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser navçeyê, Komîteya Şaredariyan a Meclisa Kantona Girê Spî bi hevkariya Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsayê, di nava salekê de parka giştî ya li nêzî kaniya dîrokî ya Eyn Îsayê ya li naverasta navçeyê sererast kir. Lêçûna sererastkirina parkê gihişt derdora 40 hezar dolarî.

Firehiya parkê 20 donim e. Di naverasta parkê de goleke avê heye, her wiha stadeke volîbolê, dika şano, lîstokên zarokan,beşê xwedîkirina ajalên kedî hene. Park ku vedigere salên 70’yî yên sedsala borî, hatibû paşguhkirin û di dema dagirkirina herêmê de ji aliyê komên çete ve darên wê hatin birîn û şikandin û xemla wî hatibû xirabkirin.

Destpêkê projeya sererastkirinê, Komîteya Jinan a Kantona Girê Spî bi komîteyên têkildar re derdora hezar û 500 dar li parkê çandin.

Park îro bi merasîmekê ku bi dehan kes tevlê bibûn, hat vekirin.

(mh)

ANHA