Yewnanistanê xwest ceza li dewleta Tirk bê ferzkirin

Yewnanistanê ji Yekitiya Ewropayê xwest cezayan li dewleta Tirk a dagirker ferz bike, ji ber ku di ava wê ya deryayî de nêçîr kiriye.

Yewnanistanê xwest ceza li dewleta Tirk bê ferzkirin
12 ÇILE, 2023   11:24
 NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Yewnanistanê Nikos Dendias ji koordînatorê kar û barên derve yê Yekitiya Ewropayê (YE) Josep Borrell re nameyek şand û jê daxwaz kir ku cezayan li dewleta Tirk ferz bike, ji ber ku di ava deryayî ya Yewnanistanê de nêçîr kiriye.

Dendias daxuyand ku divê YE ji ber kiryarên nerewa yên dewleta Tirk li hember wê tevdîran bigire, her wiha daxwaza qedexekirina berhemên deryayî ên Tirkiyeyê li sûka Ewropayê kir.

Bi salan e ku têkiliyên Yewnanistan-Tirkiyeyê di gelek aliyan de aloz in.

(cx)