Parêzerên Rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.

Parêzerên Rêber Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kir
12 ÇILE, 2023   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Ûysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re ku li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tê ragirtin û zêdetirî 21 meh in tu agahî jê nayên girtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo ditîna Rêber Ocalan hefteyê du caran serlêdan dikin, lê bersiveke erênî an jî nerênî ji bo serlêdanan nayê dayîn.

Qedexeya hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re di 18’ê Cotmehê de qediya. Li ser vê yekê jî ti bersiv ji serlêdanên malbatan ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê re nehat dayîn.

Ji parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, Rezan Sarica û Newroz Ûysal piştî 8 salan herî dawî di 2-22’ê Gulanê, 12-18’ê Hezîranê û 7’ê Tebaxa 2019’an de bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk anîbûn. Ji wê demê û vir ve parêzer nikarin bi Rêber Ocalan xwe re hevdîtinê bikin.