Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Zekeriya û Beşar bi bîr anîn

Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê endamên xwe şehîd Zekeriya Ebdulcebar û Beşar Hec Bekûr ku di 12`ê Çileya 2022`yan de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Zekeriya û Beşar bi bîr anîn
12 ÇILE, 2023   11:42
MINBIC

Têkildarî mijarê, Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê û gundewarên wê daxuyaniyek da raya giştî. Endamên partiyê, Meclisa Gundewarên Babê, endamên xet, meclis û Meclisa Leşkerî ya Babê û malbatên şehîdan beşdarî çalakiya bîranînê bûn.

Daxuyanî li gundê El Erîma yê gundewarên Babê ji aliyê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Mîzer Emale ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê Zekeriya Ebdulcebar, Beşar Hec Bekûr û Hevrîn Xelef hatin bibîranîn û hate gotin: “Şehîd Zekeriya û Beşar mînakên ciwanên siyasî yên birêxistinkirî bûn û li ser şopa şehîdên mîna Hevrîn Xelef meşiyan û peyama aştiyê dan tevahî sûriyeyî û azadîxwazên cîhanê.”

Di daxuyaniyê de “komkujiya” li dijî endamên partiyê pêk hatiye, hat şermezarkirin û soza şopandina rêya şehîdan hat dubarekirin.

Di dawiya daxuyaniyê wiha hat gotin: “Em ji her demê zêdetir bi israr in ku projeya xwe ya nîştimanî û demokratîk a ji bo avakirina sûriyeyeke pirrengî-demokratîk-nenavendî dewam bikin. Ji bo wê, em ê têkoşîna xwe û hevgirtina xwe bi tevahî beşên gel re dewam bikin da ku civaka exlaqî-polîtîk ava bikin.”

Piştî ku xwendina daxuyaniyê bi dawî bû, ji bo bîranîna şehîdan dar hatin çandin.

Her du endamên Partiya Sûriya Pêşerojê Beşar Hec Bekûr û Zekeriya Ebdulcebar di 12`ê Çileya 2022`yan de bi êrişeke çekdarî li gundê Erîma yê gundewarên Babê şehîd bûbûn.

(cx)

ANHA