Malpera ‘gilî û pêşniyaran’ hevgirtinê xurt dike

Malpera pêşkêşkirina gilî û pêşniyaran a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê mîna pireyeke xurtkirina hevgirtinê di navbera rêveberî û civakê de ye, her wiha ji bo pêşxistina çavdêriya civakê gavek e.

Malpera ‘gilî û pêşniyaran’ hevgirtinê xurt dike
11 ÇILE, 2023   07:26
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê di 26′ê Kanûna 2022′yan de malpera ‘gilî û pêşniyaran’ (https://rxd-cezire.net) pêşkêş kir, da ku civakê bi awayekî aktîf beşdar bike û lêpirsîna di saziyên xwe de pêk bîne.

Ew yek ji bo pêkanîna têgeha beşdariya civakî di Rêveberiya Xweser de, diyarkirina projeyên rêveberiyê, lêpirsînê di saziyên rêveberiyê de, girîngiyê bide beşdarî û bandora welatiyan di biryardayînê de, pêk hat.

Proje dihêle ku hevgirtin çêbe da ku Rêveberiya Xweser û civak bi hev re pirsgirêkan çareser bikin. Rêveberiya Xweser berê jî sendoqên giliyan di avahiyên saziyên xwe de danîbûn.

Têkildarî mekanîzmaya gilî û pêşniyaran, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Telat Yûnis got giliyên girêdayî mijarên xizmetguzarî tên.

Li ser mekanîzmaya çareserkirina pirsgirêkan, Yûnis wiha got: "Em hewl didin vê pergalê di nava civak û saziyên Rêveberiya Xweser de saz bikin. Ew jî piştî belgekirinê ji hêla Meclisa Rêveber re, pêk tê. Hin pirsgirêkên ji me re tên, bi hêsanî tên çareserkirin û pêdiviya hinan jî bi demekê heye û hin pêşniyar jî di projeyên me yên 2023′yan de ne."

Telat Yûnis diyar kir ku hin pêşniyar û giliyên ji wan re tên, dê bi rêya komkirina hemû pêşniyar û giliyan û şandina ji rêveberiyên xweser ên wan herêman re werin çareserkirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi hemû rêveberiyên xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re koordîne dikin, da ku vê pergalê li hemû herêman bi pêş bixin."

(fr)

ANHA