'Kesayetên ji Opozîsyona Sûriyeyê piştgiriya helwesta MSD`ê kir'

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer eşkere kir ku gelek kesayetên ji “opozîsyona Sûriyeyê” li Tirkiyeyê piştgiriya helwesta MSD`ê kir. Emîne diyar kir ku ew nêzîkbûna dewleta Tirk û hikumeta Şamê red dike û destnîşan kir ku ew wan helwestan nîqaş dikin da ku bigihêjin mekanîzmayek û helwesteke hevbeş li hember timayên Tirkiyeyê û berjewendiyên wê yên hevbeş bi Şamê re yên li ser hesabê sûriyeyiyan.

'Kesayetên ji Opozîsyona Sûriyeyê piştgiriya helwesta MSD`ê kir'
11 ÇILE, 2023   07:13
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED SEMÎR

Emîne Omer têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî û xalên ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê re li hev kirine, mekanîzmaya hevbeş a her du aliyan û xebatên wan di dema pêş de, nirxandin.

Hevseroka MSD`ê Emîn Omer wiha axivî: “Bi rastî MSD`ê û Hevbendiya Nîştimanî ya Sûriyeyê li ser gelek xalên ku sûriyeyiyan eleqedar dikin, li hev kirin. Ew xal, yekitiya herêmên Sûriyeyê û veguhertina demokratîk û pêşeroja Sûriyeyê, diyaloga sûriyeyî ji bo ku bingeha çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyeyê li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NY`ê ya hejmar 2254’an, vegera ewle ya penaber û koçberan li gund û bajarokên xwe yên resen in. Lê belê hin hêz her tim dikevin navbera sûriyeyiyan û wan parçe dikin.”

Der barê mekanîzmaya xebatê ya hevbeş û plansaziya xebatê de, Emîne Omer diyar kir ku ew ê li ser avakirina komîteyan ji bo pêkanîna xalên di navbera her du aliyan de û nîşandana helwestên hevbeş, kar bikin. Emîne da zanîn ku pêvajoya piştî wê, dê pêvajoya piştî werdanan û pratîzekirina wan helwestên hevbeş be.

Têkildarî plansaziya MSD`ê û Hevbendiya Sûriyeyê, Emîne da zanîn ku xebatê her du aliyan dê têkildarî helwesteke hevbeş, hevkarî û yekirina hewldanan di gelek aliyan de, koordîneya di navbera hêzên nîştimanî yên Sûriyeyê ji bo siberojek baştir a Sûriyeyê be. Her wiha diyar kir ku hin mijarên din ên girîng ji bo her du aliyan û sûriyeyiyan hene, lê tu detayên din parve nekirin.

Têkildarî pirsa gelo eşkerekirina hevdîtinên her du aliyan girêdayî nêzîkbûna dewleta Tirk a dagirker bi hikumeta Şamê re ye yan na, Emîne got: “MSD`ê xwedî projeyeke nîştimanî ya demokratîk e. Bêguman, em ji bo yekitiya sûriyeyiyan kar dike ku ji vê aloziyê derkevin. Li ser asta dîplomasî û siyasî xebatên me hene û em li hember hemû hêzên siyasî, kesayetên demokratîk vekirî ne. Her kes dirustiya projeya MSD`ê dizane, ku xeyalên sûriyeyiyan temsîl dike, ji lew re ev yek xwe kişandina aliyê MSD`ê ye.”

Emîne wiha pê de çû: “Hebûna Hevbendiya Sûriyeyê li vê herêmê di vê pêvajoyê de û di vê wextê de, vê yekê piştrast dike. Ji bo demê, ji bo serdanê koordîne di navbera her du aliyan de hebû.

Bê guman, hemû mijar bi hev ve girêdayî ne. Sûriyeyiyan fêm kir ku dewletên xwedî li opozîsyona Sûriyeyê yan jî gelê Sûriyeyê derketin, êdî dev jê berdide û ji bo berjewendiyên xwe li ser wan bazaran dikin. Her wiha fêm kirin ku projeya MSD`ê ji bo berjewendiya gelê Sûriyeyê ye.”

Emîne bal kişand ku ji dema damezirandina MSD`ê ve û heta niha, hewl dide sûriyeyiyan, kesayetên nîştimanî û demokratîk bike yek û wiha dewam kir: “MSD`ê di salên borî de gelek panel li dar xistin û hîna dewam dikin. Armanca wê ya sereke ew e ku nêrînên muxalefetê bike yek da ku formeke siyasî li gorî biryarên navneteweyî, bi taybet 2254, were dîtin.”

Li gorî Emîne Omer, helwesta MSD`ê ya li hember nêzîkbûna Tirkiyê û hikumeta Şamê ji aliyê gelek hêz û kesayetan ve bi erênî hatiye nirxandin.

Emîne Omer da zanîn ku MSD niha hewl dide bertekên erênî yên wan kesayet û hêzan binirxîne û bi wan re di nava têkiliyan de be, bi hev re kar bikin, da ku bigihêjin mekanîzmayek û helwesteke hevbeş li hember çavnebariyên Tirkiyeyê û berjewendiyên wê yên hevbeş bi hikumeta Şamê re ku li ser hesabê sûriyeyiyan e.

Emîne Omer di dawiyê de destnîşan kir ku MSD`ê ji hemû însiyatîfan re vekirî ye ku helwesta sûriyeyiyan dike.

(şx)

ANHA