Di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de 5 leşker û 2 çete hatin kuştin

Li eniya Besirton a rojavayê Helebê di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tehrîr El Şam de şerên dijwar rû dan. Hat ragihandin ku di şer de 5 leşker û 2 çete hatine kuştin.

Di şerê hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de 5 leşker û 2 çete hatin kuştin
10 ÇILE, 2023   08:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî êrişa dawîn a li ser eniya Besirton a rojavayê Helebê ku di nav “herêma bêçek” de ye, di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Tehrîr El Şamê de bi çekên giran şer rû da.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR), di encama şer de ji hêzên hikumeta Şamê 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn, her wiha 2 çete hatine kuştin û hin çeteyên din birîndar bûne.

Hêzên hikumeta Şamê duh bajarê Sermîn ê li rojhilatê Idlibê bi çekên giran topbaran kiribû. 3 top li malên welatiyan ketibûn û gelek top li bajarokê Kensafra yê li başûrê Idlibê ketibûn.

(şx)