​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya

Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê civînek li dar xist û koçberên ku alîkariya wan di vegerandina li Kobanê de kiriye, beşdar bûn. Ew koçber demeke dirêj li Cezaîrê asê mabûn.

​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya
​​​​​​​Rêveberiya Xweser a Firatê bi koçberên ji Cezaîrê vegeriyan re civiya
10 ÇILE, 2023   11:33
KOBANÊ

Civîn li navenda Meclisa Rêveber a Herêma Firatê ya Kobanê bi beşdariya gelek koçberên Rêveberiya Xweser di vegerandina wan de alîkarî kiriye û nûnerên ji Rêveberiya Xweser a herêmê, hate lidarxistin.

Di civînê de kiryarên dizîn û keysbaziyê ku koçber simsar û bazirganên mirovan kirine, hatin nîqaşkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Nîhad Ehmed wiha got: "Herêm di şerekî hov û taybet re derbas dibe. Dewleta Tirk a dagirker bi rêya ajanên xwe propagandaya koçberiyê dike û bi wê yekê hewl dide herêmê têk bibe."

Ehmed wiha domand: "Em Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê hewl didin bi hemû rêbazan welatiyên li Cezaîrê asê mane, vegerînin.”

Li aliyekî din jî koçber Mistefa Nûrî ê vegeriye Kobanê, bang li tevahî koçberên li Cezaîrê asê mane kir ku vegerin welatê xwe, ji ber ku pêdiviya herêmê bi welatiyên wê heye û got: "Armanca kesên propagandaya koçberiyê dikin ew e ku herêmê vala bikin."

Rêveberiya Xweser a herêma Firatê 60 koçber vegerandin, di heman demê de hîna 400 koçber li Cezaîrê asê mane.

(fr)

ANHA