​​​​​​​Dema derbaskirina alîkariyan di deriyê Bab El Hewa re hat dirêjkirin

Konseya Ewlehiyê ya NY`ê duh êvarê bi desteka Rûsyayê mekanîzmaya gihandina alîkariyên mirovî bi rêya deriyê Bab El Hewa ku di bin serweriya çeteyên Tehrîr El Şam (Cebhet El Nûsra ya berê ku di lîsteya terorê de ye) de ye, heta 6 mehên din dirêj kir.

​​​​​​​Dema derbaskirina alîkariyan di deriyê Bab El Hewa re hat dirêjkirin
10 ÇILE, 2023   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) duh êvarê biryara hejmar bi hejmara 2672’an a têkildarî dirêjkirina mekanîzmaya derbaskirina alîkariyên mirovî ji Sûriyeyê re di deriyê Bab El Hewa re heta 6 mehên din, erê kir.

Çav li Rûsyayê bûn ku di dema derbasbûyî de dengê xwe bi kar nedianî yan jî li hember pêşnûmeyên derbaskirina alîkariyan bi rêya sînor veto (mafê redkirinê) bi kar anî. Her wiha hewl da ku alîkariyên mirovî yên bi rêya sînorên Tirkiyeyê derbasî bakurê rojavayê Idlibê dihatin kirin, bi herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de biguherîne.

Moskovê her tim nîqaşa vê yekê dikir ku divê alîkariyên mirovî ne bi rêya sînor, lê bi rêya Şamê bên derbaskirin. Di Konseya Ewlehiyê ya NY`yê de jî, Rûsya û Çînê ji bo kêmkirina rêyên derbaskirina alîkariyan veto bi kar anî, da ku tenê alîkarî bi rêya deriyên di bin serweriya hikumeta Şamê re bên derbaskirin. Li gorî wê, deriyê Til Koçer ê li ser sînorên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat girtin. Lê belê ji ber guhertinên siyasî, Rûsya li gorî helwestên xwe yên berê tev negeriya.

Berovajî wesîqeyên berê yên têkildarî mekanîzmaya alîkariyan, di wesîqeya heyî de tu bendên dibêjin ku dema biryar hat dayîn, piştî derbasbûna 6 mehan korîdor dikare 6 mehên din bê aktîfkirin, tune ne.

Ev biryar hemwextî nîşaneyên nêzîkbûna di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker de ya bi navbeynkariya Rûsyayê pêk tê ku vekirina deriyên sînorî wek gava destpêkê rojeva dan û standinên her du aliyan in.

(şx)