​​​​​​​Şêniyên Helebê sersaxî ji malbeta şehîd Ehmed Seydo re xwestin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbeta endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn şehîd Ehmed Seydo re xwest.

​​​​​​​Şêniyên Helebê sersaxî ji malbeta şehîd Ehmed Seydo re xwestin
8 ÇILE, 2023   13:14
HELEB

Ji bo endamê Hêzên Ewlekariya Hundrîn Ehmed Seydo yê ku di encama nexweşiyê de şehîd bû, konê sersaxiyê li Qada Heft Şehîdan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hat vedan. Bi sedan şêniyan herikîn bin kon û sersaxî xwestin.

Di bin kon de, bi navê Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê, Hevserokê Komîteya aborî ya herdu taxan Selah Tirkî axivî û diyar kir ku serkeftina şoreşa 19ʹê Tîrmehê berhema keda şehîdan e. Selah Tirkî şervanên li eniyên berxwedanê silav kir.

Bi navê Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Helebê, rêvebera hêzê Heyat Ebdo jî têkoşîna şehîdan bi ronahiyê ku tarî û zulmê radike wesif kir. Heyat Ebdo soza parastina destkeftiyên gelan da.

Bi navê Kongra Star endama Komîna Şehîd Rûken Zerdeşt, Cîhan Îbiş axivî û got: " Şehadet asta herî bilind a serbilindî, şeref û fedakariyê ye. Navê şehîd Ehmed wê di mejiyê hemû gelên herêmê de bimîne."

Cîhan Îbiş di dawiya axaftina xwe de soza şopandina rêya şehîdên berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê da.

Merasîm bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

ANHA