Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn

Bi sedan jinên Qamişlo, gund û bajarokên girêdayî wê bi meşeke girseyî ku Kongra Star li dar xistiye, şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn.

Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn
Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn
Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn
Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn
Li Qamişloyê jinan şehîdên komkujiyên Parîsê bi bîr anîn
8 ÇILE, 2023   12:56
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 10'emîn a Komkujiya Parîsê ya 9'ê Çileyê ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez hatin qetilkirin,  Kongra Star meşeke girseyî li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Meş bi diruşma "Bi ruh û têkoşîna Sara û Evînan em ê kujer û sûcdaran têk bibin" hat li darxistin. Bi sedan şêniyên bajêr, gund û bajarokên girêdayê wê, malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl, siyasî, jin û ciwan tev li meşê bûn.

Meş ji pêş Qada Şehîd Rênas a li taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de diruşmên silavkirina têkoşîn û berxwedana jinan, "Jin, Jiyan, Azadî" hatin berzkirin, her wiha wêneyên rêber Abdullah Ocalan, wêneyên şehîdên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hatin hildan.

Meş li ber avahiya Komseriya Penaberan a NY′yê rawestiya. Li vir endama rêveberiya Kongra Star a Qamişlo Şeha Xelîl axivî û got: "Bi diruşma ′Jin, jiyan, azadî′, berxwedana hêzên leşkerî û vîna jinan em ê têkoşîna li hember hemû êriş û astengiyan dewam bikin."

Şeha wiha domand: "Di komkujiya ku 2013′yan li dijî jina azad de pêk hatiye, dewleta Tirk a dagirker hewl da vîna jina azad bişikîne û berxwedana wê têk bibe. Lê ew yek pêk nehat. Jinan çalakî û berxwedana xwe li hemû qadan li dijî êriş û siyasetan wan dewam kirin û hemû bajar veguherandin qadên berxwedan û têkoşînê."

Şeha bal kişand ser bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hember komkujiyên li dijî jinên Kurd û ev tişt pirs kir: "Ka rêxistin û dewletên îdia mafên mirovan dikin li ku ne. Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê jî li pêş çav û guhên cîhanê pêk hatin bêyî ku sûcdar werin cezakirin. Divê hikumeta Fransa sûcdarên her du komkujiyan ceza bike."

Şeha Xelîl di dawiyê de diyar kir ku divê di 2023′yan têkoşîn were zêdekirin û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê em 2023′yan bikin sala têkoşîn û berxwedana jinan a li dijî hemû êrişên li ser jinan û doza wan. Em soz didin ku em ê li ser fikirê şehîdan bimeşin û çalakiyan dewam bikin heta ku sûcdarên her du komkujiyan werin eşkerekirin û darizandin."

(fr)

ANHA