Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn

Şêniyên Çilaxa, Tirbespiyê û Qamişloyê şehîdên Komkujiyên Parîsê bi bîr anîn û bang li hikumeta Fransayê kir ku sûcdarên her du komkujiyan ceza bike.

Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
Li 3 bajaran şehîdên Komkujiya Parîsê hatin bibîranîn
8 ÇILE, 2023   13:32
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 10′an a Komkujiya Yekem a Parîsê, li navçeyên Çilaxa, Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê çalakî hatin lidarxistin.

ÇILAXA

Kongra Star li Çilaxa ya Qamişloyê merasîma bîranînê li Hola PYD′ê li dar xist.

Di merasîmê de dayik, bavên şehîdan, endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê amade bûn.

Di merasîmê de endama rêveber a Kongra Star a navçeyê Semer Hisên axivî û îşaret bi têkoşîna şehîdên Komkujiya Yekem a parîsê kir û wiha got: "Berxwedana têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemaz hîma bingehîn a dîroka jina azad e û dagmaya rûmetê di têkoşîna jinan de li dijî koletî û zulma li dijî jinan di dirêjahiya dîrokê de ye."

Semer îşaret bi komkujiya di 2013′yan de li Parîsê pêk hatiye kir û ev tişt anî ziman: "Bi armanca şikandina vîna jina Kurd ku bi têkoşîn û berxwedana xwe li dijî zihniyeta baviksalarî û rejîmên kapîtalîst destkeftî bi dest xistin, her sê têkoşer hatin sîûqastkirin û şoreşa xwe li dijî hemû cureyên kiryarên li pêş doza azadiya jinê bi pêş xistin."

Semer da zanîn ku pêwîstî bi pêkanîna şopandina berxwedan û têkoşîna her sê şehîdan heye û ev tişt got: "Em ê têkoşîn û berxwedana xwe bilind bikin û serkeftinê di şoreşa jinan a li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê de pêk bînin."

Dûre sînevîzyon li ser jiyana têkoşer Sakîne Cansiz di tevgera azadiya Kurdistanê de hate pêşandan.

Merasîm bi diruşmên silavkirina berxwedana şehîdan bi dawî bû.

Li Tirbespiyê jî, Yekitiya Jinên Êzidî li Rojava semînerek li ser armancên Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê hate lidarxistin û tê de bi dehan encamên saziyên jin û jinan ên navçeyê beşdar bûn.

Di semînerê de endama Koordînasyona Yekitiya Jinên Êzidî Hediye Şemo behsa siyasetên qirkirinê yên li dijî jinên Kurd kir û wiha got: "Hîna siysetên qirkirinê li dijî jinên Kurd dewam dikin. Komkujiyên Yekem û Duyem ên Parîsê ne dûrî komkujiyên ku li dijî civaka êzidî û jinên êzidî yên Şengalê di 2014′an de pêk hatine."

Beşdarên semînerê bêdengiya hikumeta Fransa li ser van her du komkujiyan bêyî cezakirina sûcdaran axivîn. Beşdaran got hedefgirtina têkoşeran li Parîsê ku îdiaya demokrasiyê dike û bêdengiya desthilatên Fransayê bêyî hesabkirina sûcdaran nayê qebûlkirin.

Beşdaran têkoşîn û rola têkoşeran Sara, Rojbîn, Ronahî û Evîn Goy di gihandina doza Kurdan ber bi serkeftinê û misogeriya azadiya jinên Kurd de pîroz kir û got: "Bi hezaran jinên Kurd û yên ji pêkhateyên din li gorî fikir û felsefeya rêber Ocalan xwedî li doza azadiya jinan derdikevin."

QAMIŞLO

Bi heman boneyê Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê semînerek li navenda ciwanan a bajarê Qamişlo da. Derdora 150 ciwan di semînerê de amade bûn.

Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan ya Bakûr û Rojhilatê Suriyê Rîm Deda semîner bi rêve bir.

Rîm Deda di destpêkê de bi boneya salvegera 10’emîn a komkujiya Parîsê, di kesayeta jina têkoşer Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez de tevahî şehîdên doza azadiyê bi bîr anîn, wiha bal kişand li ser komkujiyên ku bi sedan salin ji aliyê dewleta Tirk ve li ser gelê Kurd hatine kirin.

Rîm Dade da zanîn ku wê tu caran dewleta Tirk û hevkarên wê nikaribin bi van komkujiyan gelê Kurd tune bikin û got: "Ji bo şopandina rêya şehîdan em weke jinên ciwan pêwîste her kêliya jiyanê xwe bi rêxistin bikin, perwerde bikin û têkoşîna xwe li hember komkujiyên li ser gelê me, li ser pêşengên me tên kirin, bilind bikin û hesab ji kujeran bixwazin.  Em tenê dikarin bi şopandina rêya şehîdan bibin layîqê hevalên şehîd.ʹʹ

Semîner bi dirûşmên “ Şehîd Namirin”, “ Bê Serok Jiyan Nabe” û “Jin Jiyan Azadî bi dawî” bû.

(fr/dg)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0ji7QcAV0ag" title="Paris Katliamı şehitleri anıldı - TİRBESİPİYÊ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sh9f-loJqwk" title="Paris Katliamı şehitleri anıldı - QAMISLO" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>