​​​​​​​Ji ber nebûna sotemeniyê alavên malên xwe dişewitînin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, ji ber nebûna madeyên germkirinê û bihabûna wan di encama dorpêça Firqeya 4`an a hikumeta Şamê de, xwe bi şewitandina alavên li malên xwe germ dikin.

​​​​​​​Ji ber nebûna sotemeniyê alavên malên xwe dişewitînin
8 ÇILE, 2023   03:24
HELEB - MIHEMED EBDO

Di encama dorpêça Firqeya 4`an a li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de sotemenî biha bû. Ji ber wê şêniyên her du taxan neçar man ku xwe û zarokên xwe bi şewitandina alavên malên xwe germ bikin.

Şêniyên her du taxan bi fikar in ku trajediya wefata her du zarokan; Wîsam Sîdo û Hisên Kîbar dubare bibe. Ji ber wê neçar mane ku alavên malên xwe bi kar bînin û xwe û zarokên xwe pê germ bikin. Nexasim di çend rojên dawîn de serma zêde bûye.

Ji wêneyên ku hatine kişandin, şêniyên her du taxan mase û dolaban dişikînin, dikin sobeyan û xwe pê germ dikin. 

Hêjayî gotinê ye ku Firqeya 4`an di çarçoveya siyaseta dorpêçkirinê de nehişt êzing derbasî her du taxan bibin. Di encamê de sotemenî biha bû û nirxê bermîla mazotê gihaşt zêdetirî 2 milyon lîreyên Sûriyê.

ANHA