Birayê şehîd Sakîne Cansiz: Kujer cuda ne lê armanc yek e

Birayê şehîd Sakîne Cansiz ku li Parîsê şehîd ketibû, Metîn Cansız diyar kir ku profîlên kujeran di her du komkujiyan de cuda ne lê armancên wan jinên Kurd ên pêşeng in û got "Berpirsyar Fransa ye, heke doza komkujiya yekemîn bihata ronîkirin, dê pêşî li komkujiya duyemîn jî bihata girtin."

Birayê şehîd Sakîne Cansiz: Kujer cuda ne lê armanc yek e
8 ÇILE, 2023   00:43
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

10 sal berê li Parîsê pêşenga PKK'ê Sakîne Cansiz (Sara), endama KNK'ê Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanên Kurd Leyla Şaylamez (Ronahî) li Buroya Enformasyonê ya Kurdistanê hatin qetilkirin.

Piştî komkujiyê, dema hemû delîlan îşaret bi MÎT'ê dikir, lê biryara nepeniyê danîn ser dosyayê. Tevî ku kujer Omer Gunay endamê MÎT'ê bû û ji aliyê MÎT'ê ve wek tetikkêş hatibû bikaranîn jî, bi raya giştî re hatibû parvekirin ku li nexweşxaneyê bi rengekî 'biguman' hatiye kuştin. Komkujiya yekemîn nehat aşkerakirin û komkujiya duyemîn jî li paytexta Fransayê beriya salvegera şehadeta 3 şoreşgerên jin ên Kurd wek berdewama komkujiyê pêk hat.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Evîn Goyî (Emîne Kara), endamê Navenda Çanda Kurd Mîr Perwer (Mehmet Şirin Aydin) û welatparêzê Kurd Abdurrahman Kizil ên di 23'yê Kanûnê de di êrişa çekdarî ya li hemberî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya de şehîd bûn. Duyemîn komkujiya Parîsê Kurdistan û Kurdên li dîasporayê rakirin ser pêyan û bi çalakiyan bertek nîşan dan. Li ser dozê heta niha hikumeta Fransayê tu agahî nedane.

Birayê şehîd Sakîne Cansiz, Metîn Cansiz bi wesîleya salvegera komkujiya yekemîn a Parîsê ji ajansa me re axivî. Metîn Cansiz got: "Divê Fransa vî qirêjiya li ser xwe rake."

'KOMKUJÎ HEMAN KOMKUJIYA BERIYA 10 SALAN E'

Metîn Cansız diyar kir ku di dema amadekariyên ji bo bîranîna 3 şoreşgerên jin dikirin, komkujiyeke nû rû da û destnîşan kir ku peywirdarên bîranîna 3 şoreşgerên jin kirine hedef.

Cansiz wiha axivî: "Hêrs me jî êşa me jî gelekî mezin in. Em dibêjin ev komkujî heman komkujiya beriya 10 salan e. Dibe ku profîlên tetikkêşên kujer cuda bin lê ev jî tiştekî naguherîne. Hedef dîsa Kurd in û bi taybet jî jinên Kurd in. Bi zanebûn kirin hedef. Hêrsa me dê veguhere xwepêşandanên girseyî. Kurdên ji deverên cuda yên Ewropayê diherikin Parîsê. Êşa ku 10 sal berê anîn serê me, careke din jî anîn serê me."

'WEZARETA PARASTINÊ YA FRANSAYÊ RAKIRINA BIRYARA NEPENIYÊ ASTENG DIKE'

Metîn Cansız got hikumeta Fransayê li şûna ronîkirina komkujiya yekemîn a Parîsê, taktîka mijûlkirinê pêk anî û Wezareta Parastinê ya Fransayê jî li dijî rakirina biryara nepeniyê ya li ser dosyayê derket.

Cansız anî ziman ku naxwazin doz bê ronîkirin û wiha got: "Herî dawî me di 20'ê meha borî de bi dadger re hevdîtinek kir ku dê li dadgeha Sakîne, Ronahî û Rojbînê binêre. Li dora dozê tên û diçin lê nagihêjin cihê rast. Taktîkeke mijûlkirinê tê meşandin. Ji ber ku muxatabên qirêjî yên têkildar nahêlin doz zêdetir bi pêş de biçe. Biryara nepeniyê ya li ser dosyayê ev 10 sal e nehatiye rakirin. Çi ecêb e ku dema me serlêdana rakirinê kir, di serî de Wezareta Parastinê ya Fransayê li dijî vê derket. Lewma jî eşkere dibe ku têkiliya navneteweyî ya vê komkujiyê çi qasî zelal e. Naxwazin çareser bikin. Lê me dev ji vê lêgerîna edaletê bernedaye. Mîna di komkujiya duyemîn de profîleke kujeran datînin pêşiya me û li dora vê profîlê nîqaşê didomînin. Ne xema me ye ku profîl kî ye. Armanc yek e lê naxwazin çareser bikin. Ji ber ku bi kêrî wan nayê."

'HEWL DIDIN LÊGERÎNA ME YA EDALETÊ ASTENG BIKIN’

Metîn Cansiz diyar kir ku berpirsyarê van komkujiyan hikumeta Fransayê ye û got: "Êrişên bi vî rengî dê bidomin, em bi fikar in û em van fikaran ji rayedaran re radigihînin."

Cansiz axaftina xwe wiha domand: "Rayedarên têkildar ên li Fransayê, li şûna ku ewlekariya me pêk bînin, hewl didin pêşî li lêgerîna edaletê bigirin ku mafê me yê herî xwezayî ye. An jî nehêlin em mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin. Piştî çalakiya duh (7'ê Çileyê) bi îhtimaleke mezin dê bang li malbatên şehîdên her du komkujiyan bikin. Dê bêjin ew ê hin tiştan bikin lê dîsa tiştekî nakin. Bi devkî dibêjin tespît û delîlên wan hene, lê bi awayekî fermî tiştekî nabêjin, bi cih naynin. Sedema vê jî têkiliyên qirêjî ne. Bê guman rola Fransayê di qetilkirina Sakîneyan de heye. Qet nebe çavê xwe lê girtin. Naxwazin ev têkilî bên aşkerakirin, têkiliyên wan ên bi Tirkiye û aliyên navneteweyî re li pêşiya vê asteng in. Wezareta Parastinê nahêle biryara nepeniyê ya li ser dosyayê rabe. Heke Wezareta Karên Hundir an jî îstîxbarat vê yekê bêje, dê heta astekê bê fêmkirin, lê karê Wezareta Parastinê têkiliyên navneteweyî ne."

'DIVÊ FRANSA VÊ QIRÊJIYA LI SER XWE RAKE'

Metîn Cansiz got ew Fransayê ji her du komkujiyan berpirsyar dibînin û got: “Eger pêşî li doza komkujiyê ya yekemîn bihata vekirin, komkujiya duyemîn pêk nedihat an jî dikarîbû bihata astengkirin.”

Cansiz bi bîr xist ku hikumeta Fransayê mecbûr e kesên li welatê xwe biparêze û wiha lê zêde kir: "Naparêzin û baweriya me jî ew e ku hem bi xwe di navê de ne û çavê xwe jê re digirin.  Fransa neçar e vê qirêja li ser xwe, rake. Kurdan bertekên pêwîst dan, di raya giştî ya Fransayê de bertekeke mezin derket û em di wê baweriyê de ne ku ev zext dibe ku wan mecbûr bike hin tiştan bikin. Em wisa hêvî dikin. Her ku berteka me û hêrsa me mezin dibe, ew gavekê bi paş de diçin."

ANHA