​​​​​​​‘Êrişên dewleta Tirk tevgera DAIŞ’ê zêde dikin’

Siyasetmedar û hiqûqnasên mafên mirovan ên Reqa û Dêrazorê destnîşan kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê dibe sedem ku tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bibe û her wiha diyar kir ku her lihevkirineke hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker dê zirarê bide têkoşîna li dijî DAIŞ`ê.

​​​​​​​‘Êrişên dewleta Tirk tevgera DAIŞ’ê zêde dikin’
7 ÇILE, 2023   23:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin û ji ber mijûlbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi van êrişan, şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li herêmê çalak bûn.

/kr/uploads/files/2023/01/07/185626_-.webp

Der barê vê mijarê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mişleb El Tirkan got: "Piştî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevgera şaneyên çeteyên DAIŞ`ê zêde bû."

El Tirkan diyar kir ku navendên perwerdekirina çeteyên DAIŞ`ê li herêmên dagirkirî hene ku Tirkiyê hatina wan ji hemû welatên din hêsan kir û rê da ku derbasî Sûriyê bibin.

/kr/uploads/files/2023/01/07/185554_-.webp

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El Hesen jî got: "Çeteyên DAIŞ`ê ji mijûlbûna QSD`ê ya bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re yên li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê sûd wergirt. Êrişa yekemîn li gorî fermana dewleta Tirk, li dijî girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêran a Hesekê bû ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê tê de hene.”

El Hesen di dewama axaftina xwe de îşaret bi encamên civîna sêalî ya di navbera wezîrên parastinê yê dewleta Tirk a dagirker, hikumeta Şamê û Rûsyayê de kir û got: "Lihevkirina van her sê aliyan, li ser herêmê xetere ye. Dê rê bide vejandina DAIŞ`ê li herêmê."

/kr/uploads/files/2023/01/07/185608_-.webp

Serokê Nivîsgeha Rêxistinî ya Partiya Sûriya Pêşerojê ya rojavayê Dêrezorê Ela El-Seîd jî got: "Her kes dizane ku piştevanê herî mezin ê DAIŞ`ê dewleta Tirk a dagirker e. Ew dixwaze bi rêya wan çeteyan, planên xwe yên mêtinger li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bîne.” 

El Seîd wiha domand: "Armanca êrişên şaneyên DAIŞ`ê têkbirina ewlehî û aramiya li herêmên Rêveberiya Xweser e."

/kr/uploads/files/2023/01/07/185646_-.webp

Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşeroj a n rojavayê Dêrezorê Mûna El-Hemadî jî wiha got: "Em tevgereke mezin a çeteyên DAIŞ’ê li herêmên Dêrezor û Reqayê dibînin û delîl jî îsbat dikin ku dewleta Tirk desteka wan dike."

Mûna di dawiya axaftina xwe de got: "Em dizanin ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina aramî û ewlehiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Lê em rê nadin tu kesî ku êrişî vê ewlehî û aramiyê bike ku bi saya yekitiya pêkhateyên Bakurê û Rojhilatê Sûriyê û xwîna şehîdan pêk hatiye.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/I3drv_TN1ZU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>