`Sûcên dewleta Tirk rê li pêşiya têkoşîna me nagirin`

Endama Koordînesyona Kongra Star Rîhan Loqo êrişa dewleta Tirk şermezar kir ku di encamê de dayika 5 zarokan şehîd bû û destnîşan kir ku sûcên dewleta Tirk rê li ber têkoşîna tevgerên jinan nagire.

`Sûcên dewleta Tirk rê li pêşiya têkoşîna me nagirin`
6 ÇILE, 2023   07:24
QAMIŞLO- SILAVA EBDULREHMEN

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk di 24'ê Kanûnê 2022'an de, çewilkan mirîşkan a li ser rêya gundê Mizgeftê yê navçeya Tirbêspiyê ya Qamişlo hedef girt û di encamê de zarokek û 3 karker jin birîndar bûn ku di nava çewilkê de kar dikin.

Her wiha welatiyabi navê Sewra Meter ku dayika 5 zarokan e û gundê Haman ê navçeya Tirbespiyê ye di 3`yê Çileyê de ji ber birînên xwe şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, Rîhan Loqo êrişa dewleta Tirk a li dijî çewilkê şermezar kir û destnîşan kir ku ji destpêka şoreşa 19`ê Tîrmehê ve êriş ranewestiyane û di radeya yekemîn de jin û pêşengên şoreşê têne hedefgirtin. 

Rîhan anî ziman ku dewleta Tirk gelek komkujî li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne û wiha domand: “Dewleta Tirk navenda perwerdeya zarokên keçîn a kantona Hesekê û zarokên li taxa Sînaa ya Qamişlo kirin hedef û komkujî li Teqel Beqel a Dêrikê pêk anî û sala 2019'an çekên kimyawî li dijî şêniyên Serêkaniyê bi kar anîn. Herî dawî, Sewra Meter şehîd xist.”

Rîhan bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Gelo Sewra Meter gef li ser ewlehiya neteweyî ya dewleta Tirk dixwar? Çima hêzên navneteweyî li hember van sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmê vê deng in?

Rîhan got:" Êdî bes e divê cîhan rê li pêşiya sûcên dewleta Tirk bigire. Sûcên wê berdewam in beyî ku tu aliyeke mafên mirovan helwestekê nîşan dide. Bêdengiya wan, wê nîşaneyê dide ku ew şirîkên van sûcan in.”

Rîhan di dawiya axaftina xwe de soza mezinkirina têkoşîn û berxwedanê ji bo parastina mafên jinan û eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker da û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Sûcên dewleta Tirk rê li pêşiya têkoşîna me nagirin. Em dê li ser şopa şehîdên rastiyê, bimeşin.”

(dm)

ANHA