Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza lêpirsîna êrişên bi çekên kîmyewî kir 

​​​​​​​Welatiyên li bajarê Dirbêsiyê bang li rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî kirin ku êrişên dewleta Tirk ên dijî gerîlayên azadiyê lêkolîn bikin.

Şêniyên Dirbêsiyê daxwaza lêpirsîna êrişên bi çekên kîmyewî kir 
6 ÇILE, 2023   05:56
HESEKÊ-BASIL REŞÎD

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana 2021`an de êrişên qirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayî yên Başûrê Kurdistanê pêk tîne, her wiha tê de çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar tîne.

Li gorî bîlançoya salane ku NPG′ê eşkere kiriye, artêşa Tirk a dagirker 3 hezar û 280 carî bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî êriş kir, di heman demê de PDK′ê nahêle komîteyên ewropî derbas bibin ku bikaranîna çekên kîmyewî ji hêla dewleta Tirk a dagirker keşf bike. Têkildarî mijarê PDK′ê di 27′ê Îlona 2022′yan de qedexe kir ku komîteyeke ewropî derbasî gundê Herûrî yê li navçeya Kanî Masî bibe ku bikaranîna çekên kîmyewî li dijî gerîla lêpirsîn bike.

Têkildarî mijarê,  şêniyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê da zanîn ku bêdengiya hêzên navneteweyî li hember van êrişan hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ye.

Welatiya bi navê Diyana Ebdullah êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî hêzên HPG′ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û wiha got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ji bikaranîna çekên kîmyewî têkbirina Kurdan e."

Diyana wiha domand: "Hêzên gerîla bi dehan salan e bersivê didin êrişên dewleta Tirk a dagirker, da ku azadiya gelên bindest û jiyana hevbeş di navber hemû gelên xwe dispêrin îdeolojiya rêber Abdullah Ocalan de pêk bînin. Em di desteka hêzên gerîla de û sekna li kêlek wan heta têkbirina hemû planên dewleta Tirk a dagirker dewam dikin."

Diyana bêdengiya hêzên navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker de şermezar kir û wiha pê de çû: "Ev yek nîşaneya hevkariya bi dewleta Tirk a dagirker re ye, da ku armancên xwe yên hevbeş ên têkbirina projeya demokratîk ku planên dagirkirinê asteng dike û xeteriyekê li dijî siyasetên wan ên kapîtalîzmê çêdike, pêk bînin."

`ERDOGAN LI BER HILWEŞÎNÊ YE`

Welatiyê bi navê Nûman Erabû wiha got: "Bikaranîna çekên kîmyewî li dijî hêzên HPG′ê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve nîşaneya lawazî, îflasbûn û hilweşîna wê ye. Erdogan li ber hilweşînê ye û hewl dide hemû belgeyên xwe bi kar bîne ku xwe rizgar bike."

Erabû di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê, ji bo parastina destkeftiyên şehîdan pêk anîne, piştgiriyê bidin berxwedana gerîla û dê li hember dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê yê qirêj bisekinin.

Welatiya bi navê Nejwa Ebasî jî nerazîbûna xwe li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê nîşan da û got: "Divê rêxistin û komîteyên pispor di warê çekên kîmyayî û gazên jehrî de biçin Herêmên Parastinê yên Medyayê û bikaranîna wan çekan ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve eşkere bikin û rakin dadgehên navneteweyî da ku wê muhasebe bikin."

ANHA