Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê vekir

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê ji bo ku qerebalixa li ser nexweşxaneya Nîştimanî 1sivik bike û qada tenduristiyê ya herêmê pêş bixe, dest bi avakirina yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê ya li Tebqayê kir.

Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê vekir
6 ÇILE, 2023   06:06
TEBQA

Ji bo pêşxistina qada tenduristiyê li herêmê û ji bo ku zext li ser beşên jinan û hewzên zarokan ên nexweşxaneya Nîştimanî ya Tebqayê sivik bibe, Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê li gor plansaziya xwe ya 2023'yan dest bi avakirina yekemîn nexweşxaneya zarokbûnê li Tebqayê kir.

Nexweşxane li rojhilatê nexweşxaneya Niştîmanî ya li nêzî taxa 3'yemîn a bajêr e û bi rûbera hezar û 100 metreçargoşe ye.

Dê nexweşxane li ser 2 qonaxan bê avakirin, a yekemîn dê 6 mehan bidome ji ber rewşa avhewayê ya herêmê û ya duyemîn jî 3 mehan, ew jî qonaxa amadekirina nexweşxaneyê û peydakirina cîhazên wê ye.

Li gor planê dê nexweşxane ji 2 qatan û jêrzemînekê pêk bê ku tê de 50 nivîn, 20 hewzên zarokan, 2 odeyên niştergeriyê, odeyeke înaşê û dermanxaneyek hebin.

Li gorî hevserokê Komîteya Tenduristiyê ya Tebqayê Newres Îbrahîm nexweşxane dê xebatên dermankirinê bê pere ji şêniyên herêmê re pêşkêş bike.

Tê payîn ku nexweşxane destpêka meha Cotmeha bê amade be.

(mh)

ANHA