​​​​​​​Ji komkujiya yekemîn heta ya duyemîn ên Parîsê hewldanên qirkirina Kurdan

10 sal di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re derbas bûn û israra dewleta Tirk a dagirker a qirkirina gelê Kurd didome. Dewleta Tirk ji bo ku vê armancê pêk bîne, serî li hemû rêbazan dide. Di vê çarçoveyê de çekên kîmyewî li dijî Kurdan bi kar tîne, pêşengên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike hedef û hewl dide xîtaba nîjadperestiyê li hemberî Kurdan zêde bike.

​​​​​​​Ji komkujiya yekemîn heta ya duyemîn ên Parîsê hewldanên qirkirina Kurdan
6 ÇILE, 2023   00:41
NAVENDA NÛÇEYAN - ZANA SEYDÎ

Di demekê de ku dewleta Tirk a dagirker ji sala 2013ʹan ve di nava aloziyên hundirîn û derve de tengijiye, dewleta Tirk gelek hevdîtin bi rêber Abdullah Ocalan re yê ku ev demeke dirêj di girtîgeha Îmraliyê de di tecrîdê de ragirtî, pêk anîn.

Di demekê de ku rêber Abdullah Ocalan hevdîtin bi desteyên dewletê, berpirsên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Kongra Civaka Demokratîk (KCD) re pêk dianîn, çavê hemû aliyên herêmî û navneteweyî li peyamên wî bûn. Di hemû peyamên rêber Ocalan de banga çareserkirina pirsgirêka kurdî û demokratîkkirina Tirkiyê dikir. Rêber Ocalan her tim dixwest ku ev hevdîtin bibin bingeha çareserkirina pirsgirêkan û pêkanîna aştiyê.

KOMKUJIYA YEKEMÎN A PARÎSÊ

3ʹyê Çileya 2013ʹan de, cara yekemîn bû ku şandeyeke sivîl serdana rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê kir. Piştî 6 rojan dewleta Tirk rûyê xwe yê hovane eşkere kir.

9ʹê Çileya heman salê îstîxbarata dewleta Tirk li paytexta Fransayê Parîsê komkujiyek li dijî yek ji damezirînerên PKKʹê Sakîne Cansîz, nûnera KNKʹê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Leyla Şaylemaz pêk anî.

Rêber Abdullah Ocalan banga ronîkirina komkujiyê li dewleta Tirk kir. PKK û PAJKʹê jî Erdogan û îstîxbaratra Tirk berpirsên vê komkujiyê nîşan dan.

Dewleta Fransayê jî wê demê ragihand ku faîlê komkujiyê Omer Guney hat girtin, lê kesên li pey vê komkujiyê û armanca wê eşkere nekirin.

Piştî 10 rojan dewleta Fransayê, doz vekir û got Omer Guney di girtîgha Parîsê de mir. Fransa û dewleta Tirk hewl dan bi mirina Omer Guney rûpela komkujiyê bitewînin. Li hemberî vê yekê li seranserî Kurdistanê û cîhanê bertek hatin nîşandan û banga tolhildan û edaletê hat kirin.

Li dijî planên dewleta Tirk, Hêzên Parastina Gel (HPG) "Çalakiya Tohildanê ya Şehîd Sakîne Cansîz" ragihand. Di çarçoveya çalakiyeke taybet ku Tebaxa 2017ʹan hatibû kirin de, du berpirsên MÎTʹê li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê hatin girtin.

Li gorî mikurhatinên her du berpirsan, kujer Omer Guney û 3 ajanên Tirk plana komkujiya yekemîn a Parîsê danîbû. Polîsên Fransayê jî ev yek piştrast kir. Her wiha behsa 4 berpirsên din ên MÎTʹê hate kirin ku fermana vî sûcî dabû. Her wiha berpirsên hatin girtin destnîşan kirin ku Erdogan ferman da berpirsên MÎTʹê da ku komkujiya Parîsê pêk bînin û pêşengên PKKʹê tesfiye bikin.

TEVGERA RIZGARIYA KURDISTANÊ BANGA AŞTIYÊ DIKE, DEWLETA TIRK TUNDIYÊ DIKE

Tevgera Rizgariya Kurdistanê ji bo pêkanîna aştiyê bi dewleta Tirk re û çareserkirina pirsgirêka kurdî gelek hewldan kirin. Di navbera 2013 û 2015ʹan de rêber Abdullah Ocalan pêvajoya aştiyê bi dewleta Tirk re ragihand, lê dewleta Tirk a dagirker di qirkirina Kurdan de îsrar dike.

Dema berxwdanda dîrokî ya Kobanê ya li dijî êrişên çeteyên DAIŞʹê, li bajarên Bakurê Kurdistanê serhildan rabûn,  ciwanên Bakur serfer bûn û li hemberî DAIŞʹê şer kirin û çeteyên DAIŞʹê hatin têkbirin. Bi ketina DAIŞ li Kobanê re hêrsa dewleta Tirk zêde bûn û ji bo tolê hilîne di 24ʹê Tîrmeha 2015ʹan de êriş bire ser zêdetirî 15 bajarê Bakurê Kurdistanê û bajar  wêran kirin. Ev şer wekî duyemîn şerê herî dijwar li dijî Kurdên sivîl tê naskirin. Êrişa yekemîn di salên 90ʹî yên sesala borî de bû. Dewleta Tirk di van salan de 4 hezar gundên Kurdan şewitandin û bi sedhezaran Kurd ji warên wan koçber kirin.

ÇEKÊN KÎMYEWÎ Û QETILKIRINA WELATPARÊZAN

Ji 17ʹê Nîsana borî ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser çiyayên Kurdistanê ranewstiyane. Dewleta Tirk a ku destekê ji NATOʹyê digire, di van êrişan de çekên kîmyewî û yên qedexekirî bi kar tîne. Li hemberî van êrişan jî gerîlayên azadiyê berxwedaneke mezin raber dikin.

Ji beriya 7 salan ve, êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Rojavayê Kurdistanê nesekinîne. Ev êriş di sala 2022ʹyan de di asta herî jor de hatin kirin. Lê hejmara zelal a qurbaniyan van êrişan nehatiye eşkerekirin. Lê bi dehan kes hatin qetilkirin.

Dewleta Tirk di navbera 20 û 23ʹyê Mijdara 2022ʹyan de zêdetirî 3 hezar û 200 êriş bi rêya balafirên şer, dron û obîsan li dijî Rojava pêk anîn. Di van êrişan de navendên xizmetguzarî, binsaziya herêmê û qadên sivîlan kirin hedef. Di encamê de 16 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Dewleta Tirk di êrişa li ser gundê Tatmereş ê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê de fosfora spî ya qedexkirî bi kar anî.

Li aliyekî din, bi plana hevbeş a Enqere û Şamê ya bi armanca qirkirina gelê Kurd, hilkumeta Şamê ambargoyeke giran li ser nîv milyon kesên li Şehba, taxên Şêxmeqûsd û Eşrefiyê ferz kiriye.

Li Başûrê Kurdistanê, êrişên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatî û xwezayê berdewam dikin. Komkujiya ku 20ʹê Tîrmeha 2022ʹyan li devera geştiyarî ya li navçeya Zaxo ya Dihokê pêk hatibû mînak e. Di vê komkujiyê de di nav de zarokekî yeksalî, 9 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 23 jî birîndar bûn.

Li Başûr siyasetmendar û kesayetên welatparêz ji êrişên dewleta Tirk bê par neman. Hedefkirina siyasetmedarê Kurd û yek ji damezrînerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ferhad Şiblî bi êrişeke hewayî li Silêmaniyê, qetilkirina welatparêz Mihemed Zekî Çelebî li pêşiya xwarîngeha wî ya li Silêmaniyê, îsbata vê yekê ne.

4ʹê Cotmeha 2022ʹyan, MÎTʹê, çalakvan û akademîsyen jineolojî Nagîhan Akarsal li pêşiya mala wê ya li taxa Bextiyarî ya li Silêmaniyê qetil kir.

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî li dijî çalakvanên Kurd dewam dike. Heman demê berpirsên dewleta Tirk raya giştî ya Tirk bi xîbata nefret û nîjadperestiyê ya li dijî Kurdan sor dike. Komkujiya li bajarê Koniya ya ku di encamê de ji malbatekê 7 kes hatin qetilkirin, qetilkirina çalakvana Kurd Denîz Poyraz li bajarê Îzmîrê ji aliyê Tirkên nîjadperest ve, qetilkirina ciwanê bi navê Bariş Çakan bi hinceta ku li stranên kurdî guhdar dikirin, encamên van polîtîkayan in.

Piştî derbasbûna 10 salan di ser komkujiya yekemîn a Parîsê re, dewleta Tirk sala 2022ʹyan bi komkujiyeke din bi dawî kir û endama Konseya Rêveber a KCK’ê Emîne Kara (Evîn Goyî), hunermend Mîr Perwer û welatparêzê Kurd Ebdurehman Kizil qetil kir, her wiha gelek kesên din birîndar kirin.

Komkujiya duyemîn a Parîsê asta xetereya li ser gelê Kurd eşkere dike. Helwesta desthilata Fransayê ya ji vê komkujiyê re gelek pirsnîşanan derdixe holê.

ANHA